HPG'ê 3 gerîlayên sala 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrişa hewayî şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir ku wê bi têkoşîna xwe xwedî li bîranîna hevrêyên xwe yên leheng derkevin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, têkildarî gerîlayên sala 2018'an di êrişa hewayî de şehîd bûn daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye: "30'ê Cotmeha 2018'an di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên Berşan Esmer bi nasnav Hogir Welat ê li Colemêrgê ji dayik bûyî, Mahmût Yilidirim bi nasnav Goran Azad ê li Şirnexê ji dayik bûyî û Celal Mehmûd Şahîn bi navnav Erdal Şahîn ê li Kobanê ji dayik bûyî, şehîd bûn.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên leheng, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna hevrêyên xwe yên leheng derkevin.

ANF/BEHDÎNAN