Kovara xêzeromanê Gog a dîjîtal weşana xwe didomîne, hejmara xwe ya 4'an derxist. Kovar ji bo zarokên Kurd mehê carekê bi Kurmancî û Kirmanckî derdikeve.
Red Kît, Yakarî, Thorgal, Qirix, Paşiye, Zanist, Huner, Porsûre hin ji wan xêzan in ku di vê hejmarê de cih girtine. Her wiha "Kitabî vanê se (Kitrêb dibêje çi)?" û "Se bî bî (Çi bûbû)?" jî du beşên din in di hejmara 4'an de ne.
Kovar bi rêberiya Îmam Cîcî derdikeve û wekî din xêzkarên wekî Dogan Guzel, Ender Ozkahraman, Eşref Mumcu û hinên din bi keda xwe kovarê derdixin. Kovar ji bo zarokên 7 ta 14 salî ye û bi abonetiyê tê xwendin. Mirov dikare di ser navnîşana www.gog-weneroman.com re bibe abone.
STENBOL