Girtiyên nexweş berdin
Şemî 26 Nîsan 2025 - 03:05
Dayika girtiyê nexweş Salman Akpinar Koçer Akpinar xwest ku hemû girtî serbest bên berdan û got: "Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan."
Pirsgirêka girtiyên nexweş ên li girtîgehan roj bi roj mezin dibe. Bi sedan girtiyên nexweş ên ji bo bên dermankirin li benda berdanê ne. Rewşa Salman Akpinar ê ku astim, reflu, ulser pê re hene û nikare bimeşe, giran e. Piştî ku di 8'ê Mijdara 2009'an de li taxa Kuçukçekmece ya Stenbolê otobusa şaredariyê bi molotokokteylan hat şewitandin, Salman Akpinar wekî berpirsê êrişê hat dîtin û hat binçavkirin. Salman Akpinar ku wê demê belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê bû, ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" 2 caran cezayê muebbedê yê giran li Salman Akpinar hat birîn. Di cezakirinê de tu delîlên şênber tune ne, lê dadgehê îfadeyên şahidên veşartî esas girt. Salman Akpinar ku ji sala 2009'an û vir ve girtî ye û cezayê wî di sala 2012'an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve biryar hat qebûlkirin û niha li Girtîgeha Tîpa F a Buca ya Îzmîrê tê girtin.
Parêzerê Akpinar Huseyîn Bogatekîn bi hinceta ku Wezîrê Karên Hundir ê berê Îdrîs Naîm Şahîn ji rojnameyekê re gotibû, bûyer ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin, daxwaza ji nû ve darizandin û berdanê kir. Lê daxwaza bogatekîn hat redkirin û bi îfadeyên şahidên veşarî ceza li Salman Akpinar hat birîn.
Herî dawî Parlamanetera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartinê pêşniyazpirsek da Wezareta Dadê.
Dayika Salman Akpinar Koçer Akpinar a li Stenbolê dijî têkildarî rewşa kurê xwe axivî.
Koçer Akpinar ê got: "Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Bila di girtîgehê de nemînin. Nexweş in. Nikarin xwarinê bixwin û razên. Kurê min tim birçî dimîne. Kurê min dibin nexweşxaneyê û tînin. Lê baş nabe. Ji nigê xwe jî emeliyatkirî ye. Endoskopî kirin û gotin tehlîlên wî ne qapij in."
MA / STENBOL/OMER ÎBRAHÎMOGLU