Girtiyên Kurd bernadin
În 4 Tebax 2023 - 01:15
Berdana Kasim Karataş (60) û Osman Kilavûz (49) ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tên ragirtin, bi hinceta “halnebaşiyê” ji bo 3 mehan hatin taloqkirin.
Kasim Karataş, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Izmîrê hate darizandin û di 4’ê îlona sala 1993’yan de bi îdiaya “Hewl dide beşeke xaka dewletê veqetîne” hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Karataş, di pêvajoya girtinê de li gorî rêzê li girtîgehên Îzmîr-Buca, Aydin, Dîlok, Karabuk, Riha û Tekîrdagê maye. Niha jî li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin. Diviyabû Karataş di 2’yê tebaxa 2023’yan de bihaya berdab lê belê ji ber rapora Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê, tehliyeya wî hate taloqkirin.
Lijneyê ji bo Karataş ev îdiaye kir: “Li gorî rêgezan tevnagere, qebûl nake ku tevlî xebatên komê bibe, poşmantiyê qebûl nake, di dema lêgerînan de ji xebatkaran re nabe alîkar, dema li girtîgehê mafên xwe bi niyeteke baş bi kar ne anî, gelek caran cezayê disiplînê lê hate birîn û amade ne ku tev li civakê bibe.”
Karataş, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Di sala 2016’an de ji dilê xwe emeliyat bû. Nexweşiyên weke şekir, tansiyon û mîdeyê yên Karataş hene.
Osman Kilavûz jî nehat berdan
Osman Kilavûz jî li heman girtîgehê tê ragirtin. Kilavûz, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate darizandin û di 25’ê tebaxa sala 1993’yan de bi îdiaya “Dixwaze beşeke xaka dewletê jê veqetîne” hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Kilavuz, li gorî rêzê li girtîgehên Kocaelî-Kandira, Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Enqereyê, Girtîgeha Tîpa H a Bursayê, girtîgeha Aydin-Nazîllî, Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê û Girtîgeha Tekîrdagê ma.
Tehliyeya Kilavûz jî ji hêla heman lijneyê ve ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Hincetên ji bo taloqkirina tehliyeya Karataş hatin nîşandan, ji bo Kilavûz jî hatin nîşandan.
Parêzerên Karataş û Kilavuz dê li dijî biryarê îtîraz bikin.
Hinceta kelevajî!
Hatîce Calihan a li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin jî bi hinceta “Xwendin û nivîsandina wê tune ye û tev li bernameyeke têkildarî perwerdeyê nehatiye kirin” nehat berdan.
Hatîce Calihan di sala 2010’an de dema endama Meclisa Ciwanan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû li Amedê hate girtin. Calihan bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “Ji bo kar nede kirin li ber xwe da” û “Propagandaya rêxistinê” hate darizandin. Dadgehê 15 sal û 30 meh û 15 roj cezayê hepsê da Calihan. Calihan 13 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin.
Diviyabû Calihan di 3’yê Hezîranê de bihata berdan lê belê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê tehliyeya wê bo 8 mehan taloq kir. Calihan ji dibistana amadehî mezûn bûye û xwendin û nivîsandina wê heye lê bi îdiaya “Xwendin û nivîsandina hikûmxwarê nîne û di pêvajoya girtîgehê de daxilî bernameyên perwerdeyê nehatiye kirin” nehate berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN