Girtiyên jin jî bûn pişta Rojhilat

Nûçeyên Jin

Pêncşem 29 Îlon 2022 - 03:57

Girtiyên jin ên li Şakranê li dijî qetilkirina Jîna Amînî, banga xwedîderketina li berxwedanê kir û got, “Divê jin hemû dengê xwe bilind bikin.”

Girtiyan daxuyaniya xwe bi rêya malbatên xwe da. Wan got, “Zexta giran a li ser jinan ne tenê li Îranê, li dewletên faşîst hemûyan bi rengekî sîstematîk jinan qetil dike. Îro li Tirkiyeyê hişmendiya AKP-MHP mîna rejîma Îranê jiyan li jinan herimandiye. Li Tirkiyeyê jin her roj ji aliyê mêran ve tên qetilkirin. 

Em mîna jinên li girtîgehan, qetilkirina Jîna Amînî şermezar dikin. Divê em jinên berxweder bi tenê nehêlin û li her derê xwedî li berxwedanê derkevin. Em piştgiriya jinan himbêz dikin û berxwedana wan silav dikin. Bijî têkoşîna jinan. Jin jiyan azadî.”

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.