Girtiyê nexweşê pençeşêra lenfê, Mehmet Zahît Ozdemîrlî, bi şert hat berdan. Mehmet Zahît Ozdemîrlî, piştî ku ji Saziya Tipa Edlî rapora “nikare di hepsê de bimîne” wergirt, cezayê wî heta 6 mehan hat taloqkirin û bi şert hat berdan. Ozdemîrlî yê ji Hepsa Tîpa F a Kurkçuler a Edenê hat berdan, ji bo dermankirinê li Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê hat razandin.

STENBOL