Dewleta Tirk a qirker û înkarker, li zindanan bi hezaran Kurd girtine. Êşkenceyê li van girtiyan dike û hinek ji wan dikuje. Wekî din jî dihêle girtî bi demê re di zindananê de birizin. 

Yek ji van hezaran girtiyan Kemal Akbaşli (55) 22’ê Sibatê li zindana Wanê ya tîpa Fʼyê kuşt û îddîa kir ku girtî xwe kuştiye. Kemal Akbaşli li Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Wanê jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan, wê cenazeyê Akbaşli, piştî bidawîbûna otopsiyê wê li gundê Panemêrg ê navçeya Seravê ya Wanê bê veşartin. 

MA/WAN