Girtiyekî din hate qetil kirin
Duşem 13 Gulan 2024 - 00:32
Li girtîgehên dewleta Tirk binpêkirinên mafan û kiryarên dermirovî, zêde bûne. Girtiyekî din hate qetilkirin.
Girtiyê bi navê Rêber Soydan ê 20 salî, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê di hucreyeke yekkesî de dihat ragirtin. Rayedarên girtîgehê li bavê Soydan, Mehmet Soydan geriyan û îdia kirin ku kurê wî di hucreyê de xwe daliqandiye û xwe kuştiye. Cenazeyê Soydan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê. Hat zanîn ku Rêber Soydan 2 sal berê hatibû girtin. Hat diyarkirin ku Soydan bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” dihat darizandin. Ji ber vê îdiayê cezayê muebbeta giran û bi îdiaya çalakiyên girêdayî vê îdiayê bi giştî 53 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birrîn. Li girtîgehên dewleta Tirk bi hezaran girtiyên nexweş mehkûmî mirinê tên kirin. Kiryarên dermirovî di salên dawî de bû sedem ku bi dehan girtî jiyana xwe ji dest bidin.
NAVENDA NÛÇEYAN