Girtiyekî çavê xwe winda kir

Duşem 7 Tîrmeh 2025 - 03:15

Omer Yaman ê 70 salî ku li Girtîgeha Tokatê tê ragirtin, çavê xwe yê çepê winda kir.  Li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê zêdetirî saleke ji ber redkirina zexta lêgerîna nava dev, girtiyan nabin nexweşxaneyê. Girtiyên ku mafê wan ê tedawiyê tê atengkirin, rewşa wan roj bi roj girantir dibe. Rêveberiya girtîgehê, cezayên disiplînê dide girtiyên vê zextê red dikin.  

Çavê xwe winda kir  

Girtiyê nexweş ê 70 salî Omer Yaman ku li Girtîgeha Tokatê tê ragirtin, ji ber van sepanan, nekarî tedawiya kataraktê bibe û çavê wî yê çepê êdî nabîne. Yaman, di hevdîtina bi parêzerê xwe re de got ku ev 6 meh in tedawî nabe û êdî çavê wî nabîne. 

Li gel kataraktê, her wiha nexweşiyên Yaman ên weke hîpertansiyon, tansiyona çav, enfeksiyona cihê destavê û hwd. hene. Rewşa tenduristiyê ya Yaman her ku diçe xerabtir dibe.  

MA / CEYLAN ŞAHÎNLÎ /TOKAT 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.