Îsa Gultekîn ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Tarsûsa Mêrsînê ragirtî bû, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gultekîn li Mersînê hate definkirin.
Îsa Gultekîn ê ku 28 sal in girtî bû, bi penceşêrê ketibû. 18 meh mabûn ku Gultekîn serbest bê berdan. Dewleta Tirk ku qatil, çete, diz giş ji bo tedbîra koronayê berdan, tevî ku Îsa Gultekîn li ber mirinê bû û 18 meh ji berdana wî re mabûn, dîsa jî hişt di esîriyê de bimire. Me di rojnameya sêşemê de behsa wî kiribû û gotibû li ber mirinê ye.
Cenazeyê girtî birin morga nexweşxaneyê Tarsûsû. Piştî kar û barên girtîgehê, cenaze radestî malbatê hat kirin.
Malbata Gultekîn cenaze anî Mêrsînê. Cenzaeyê Gultekîn li Goristana Guneykent hat definkirin.
Hem malbatê û hem jî Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê, li ser giranbûna rewşa Îsa Gultekîn hefteya boihurî bang li rayedaran kiribû, lê ligel hemû hewldanan jî nehatibû berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN