Girtiyê nexweş nayê tehliyekirin

Şemî 5 Tîrmeh 2025 - 03:00

Girtiyê nexweş Bûrhan Guneş, rexmê nexweşiyên wî hene jî nayê tehliyekirin. Birayê Bûrhan Guneş, Şemdîn Guneş got divê ji bo berdana girtiyên nexweş gav bên avêtin. 

Rexmê ku çen meh bihurîn li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê re jî hêj têkildarî berdana girtiyên nexweş ku daxwaza civakê ya sereke ye, tu gav nehatiye avêtin. Rewşa girtiyên nexweş her roj xirabtir dibe. Girtiyên nexweş ku gelek nexweşiyên wan ên giran hene mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin. Yek ji van girtiyên nexweş Bûrhan Guneş (44) e ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin. Bûrhan Guneş, di 2009’an de li Amedê hate girtin, sewqi Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hate kirin û ji wir jî şandin Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê. Bûrhan Guneş, rexmê nexweşiyên xwe yên giran jî nayê tehliyekirin û mafê wî yê tedawiyê tê astengkirin. 

Li gorî agahiyên ku me ji malbata Bûrhan Guneş bi dest xistine, di stûyê Bûrhan Guneş de 3 û di pişta wî de 2 fetiq hene. Hate diyarkirin ku ji ber van nexweşiyan gelek êşê dikşîne û ev nexweşî tevgerên wî sînordar dikin. Bûrhan Guneş ê ku di çoga wî de menîskus heye, di meş û di mayîna ser piyan de zehmetiyan dijî.

Divê gav bê avêtin

Birayê Bûrhan Guneş, Şemdîn Guneş diyar kir ku birayê wî ji ber nexweşiya mîdeyê gelek zeîf bûye û ev yek dibe sedema êşan. Şemdîn  Guneş, destnîşan kir ku bêhna birayê wî diçike û tedawiyên wî tên astengkirin û got: “Rexmê pêvajoyê tu guhertinek di rewşa girtîgehan de çênebûye. Em dikarin bi têkoşîna civakî ve encam bigrin. Tenê bi têkoşîna civakî ve têkildarî rewşa girtiyan dê gav bide avêtin.” 

MA / ANTALYA/ABDÛLKADÎR AYTEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.