Girtiyê nexweş Kuday 3-4 mehan dikare bijî

Sêşem 3 Îlon 2024 - 02:25

Rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Abdulkadir Kuday her ku diçe giran dibe. Malbat dibêje temenê Kuday zêde nemaye û ew dixwazin çend rojên dawî li gel malbata xwe bijî. Hevalê qoxuşê yê Kuday Serdal Yildirim got,’’ Di şertê heyî de herî zêde dikare 3-4 mehan li ber xwe bide. Divê demek berî demekê Kuday serbest bê berdan. ‘’

Girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ku li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Tekîrdagê gritî ye her ku diçe rewşa wî xirab dibe. Ji ber nexweşiya Amyotrofik Lateral Skleroz (ALS) Kurday bûye 41 kîlo û nikare bi serê xwe jiyana xwe bidomîne. 1’ê Kanûna 2021’ê de Kuday sewqî Nexweşxaneya Dr. İsmail Fehmi Cumalıoglu ya Bajar a Tekîrdagê kirin. Heyeta girtîgehê rapora “Nikare li girtîgehê bijî” da Kuday û xwest Kuday serbest bê berdan. Lê Kuday şandin Girtîgeha Tîpa R a Hejmar 2 a Metrîsê di odeya Ergîn Aktaş ku 2 destên wî tune û Serdal Yildirim ku ji sedî 98 astengdar e, bi cih kirin. Serdal Yildirim ku bi kursiya bi teker tev digere, di 19’ê Tebaxa 2024’an de bi şert hat berdan. Serdal Yildirim piştî hat berdan li ser tenduristî û rewşa Abdulkadîr Tuyag axivî. 

Serdal Yildirim anî ziman ku rewşa tenduristiya Kuday pir giran e û wiha got: “Kuday nikare rûnê û bi tena serê xwe xwarin bixwe. Êdî nikare biaxeve. Kuday digot ‘Ez dixwazim li malê di nava zarokên xwe de biçim ser dilovaniya xwe. Di şertê heyî de herî zêde dikare 3-4 mehan li ber xwe bide. Divê demek berî demekê Kuday serbest bê berdan.  

Tola DAIŞ’ê dihilînin

Birayê Kuday, Salîh Kuday destnîşan kir ku ji ber şaş Abdulkadîr Kuday tedawî kirine nexweşiyên wî giran bûne û wiha berdewam kir:’’Jiyana Abdulkadîr niha di talûkeyê de ye. Berê jî gelek caran sewqî nexweşxaneyê kirin. Krîzê li dilê wî da. Niha nikare bêhnê bistîne. Nexweşê dil e. Giredayî cîhaz dijî. ATK’ê du caran rapora “Nikare li girtîgehê bijî” dan wî. Lê rayedarên girtîgehê disa wî bernadin. Me bi wezîrê Dadê û Wezîrê Tenduristiyê re hevdîtin kir, lê tiştek nekirin. Abdulkadîr bernedan. Ji parêzeran re gotin ‘Eger bê berdan wê xwe bike bombeya zindî’ û wî bernadin. Tola DAIŞ’ê dihilînin.’’

Salih Kuday, bibîr xist ku ew wekî malbat heta dawî li pişt birayê xwe ne û wiha bi dawî kir: “Em dizanin temenê Abdulkadîr pir zêde nemaye. Sibê du sibê wê bi telefonekê agahiya şehadeta wî bidin me. 1-2 roj be jî em dixwazin temenê xwe yê mayî di nava malbata xwe û zarokên xwe de derbas bike. Em dizanin ji ber Abdulkadir Kurd e wî bernadin.” 

 MA/AHMET KANBAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.