Girtiyê nexweş kelepçekirî tedawî dikin
Sêşem 29 Cotmeh 2024 - 16:45
- Abdurrahman Gemîcîoglu ê 67 salî li gel ku bi nexweşiya kansêrê ye û ji 25’ê Cotmehê ve di beşa lezgîn de ye nayê berdan û tedawiya wî bi rengekî kelepçekirî tê kirin.
Rewşa girtiyê nexweş Abdûrrahman Gemîcîoglû yê 67 salî ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê girtin ber bi nebaşiyê ve diçe. Li gel ku destûra dozgeriyê heye jî malbat nikare xwe bigihîniyê.
Gemîcîoglû ku bi kansera kolonê ye, ji ber ku nexweşî lê giran kir rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê û ji 25'ê Cotmehê û vir ve di beşa lezgîn de ye.
Gemîcîoglû çar roj in li beşa lezgîn destê wî kelebçekirî ye û rewşa wî ya tenduristiyê giran e.
Her wiha li pêşiya beşa lezgîn a nexweşxaneyê û li nava wê jî leşker di nobedê de ne. Li gel destûra dozgeriyê jî malbata Gemîcîoglû bi zehmetî dikarin xwe bigihînin wî.
Malbatê di nava çar rojan de tenê du caran karîbû Gemîcîoglû bibîne û her carê jî tenê 5 heta 15 deqeyan karîbû bibînin.
Keça Gemîcîoglû Elîf Gemîcîoglû diyar kir ku ji ber tedawiya bi kelebceyê bedena bavê wê werimî ye û rewşa wî hîn bêhtir krîtîk dike.
Elîf Gemîcîoglû got, "Divê bavê min di nava metirsiya mirinê de neyê hiştin. Rayedar bi taybetî jî divê Wezareta Edaletê bi lez bikeve nava liv û tevgerê." MA