Girtiyê nexweş dikujin

Şemî 14 Çile 2023 - 02:20

ZEYNEP KÛRAY/ANF/STENBOL

 

Songul Îlker dayika girtiyê nexweş Ekîm Polat e. Wê got, li hepsê kurê wê nayê dermankirin: “Kurê min ji mirinê re hiştine.”

Ji bo Ekîm Polat ê 25 salî, ji sala 2017'an ve di hepsê de ye û nexweşiya wî ya agromegaliyê heye. Rewşa wî xerabtir dibe. Ji ber nexweşiyê, bejna wî ji 1 metro û 76 santîmetreyan gihişt 2 metreyan. Songul Îlker ev 158 roj in Nobeta Edaletê digire. Ji bo rewşa kurê xwe ya giran ew dibêje, “Di meha Tebaxê de bejna wî 20 santîmetreyan zêde bû. Êdî nikare destên xwe hilgire.”

Songul Îlker diyar kir ku agromegaliya ku wekî nexweşiya "Mirovê Dêw" jî tê binavkirin, nexweşiyek e ku ji ber tumora di hormona mezinbûnê ya hucreya hîpofîzê de çêdibe. Îlker, diyar kir ku ev nexweşiyeke welê ye ku mirovan dikuje. 

Songul Îlker ji bo kurê xwe Ekîm Polat got, ew 5’ê Îlona 2016’an hate girtin û di 27’ê Îlona 2016’an de wekî berpirsê teqîneke li Kuçukçekmeçeyê berpirsiyar hat nîşandan. Gava ev teqîna ku ji ber wê Ekîm Polat hat mehkûmkirin, teqiya, Ekîm Polat jixwe di hepsê de bû. Dayika wî wiha behsa meseleyê dike: “Ciwanek navê kurê min dide û polêsekî ku êşkence li kurê min dike, dibêje, were vê bûyerê qebûl bike. Polêsê din jî dibêje, ev kurik 22 roj in li vir e, wê çawa bombeyê bide?”

Ekîm Polat ji ber tohmeta şewitandina erebeyan û teqandina bombeyê beraet bike jî, ji ber tohmetên din di hepsê de tê girtin. Dayika wî dibêje, “Kurê min ji ber ku Kurd û Elewî ye, ceza lê hate birrîn.”

Tiba Edlî ya Tirk nexweşiya Ekîm Polat qebûl nekiriye. Bi ya wan ev ne nexweşiye, lê tiştekî irsî ye. 

Dêya wî Songul Îlker di dawiyê de dibêje, “Ji ber nexweşiya kurê min di dil, gurçik û hestiyê wî de nexweşî hene. Pêdiviya wî bi nivîn û kursiyên ortopedîk heye. Divê bi lezgînî li nexweşxaneyê were dermankirin. Li a niha dermankirina kurê min asteng dikin û kurê min ji mirinê re hiştine."

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.