Girtiyan dengê xwe kir!

Sêşem 11 Çile 2022 - 22:21

  • Girtiyan li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê çalakiya deng derxistinê li dar xist. 

Girtiyan li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê çalakiya deng derxistinê li dar xist. 

Hat gotin, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa S a li Antalyayê nû hatiye çêkirin, zêde bûne. Harûn Olmez ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, bi telefonê bi kekê xwe Melîk Olmez re axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ragihandin. Olmez got, beriya 7 mehan ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hatiye kirin, û anî ziman ku ji roja ewilî heta niha ew rastî binpêkirinên mafan tên û rêveberiya hepsê li şûna pirsgirêkan çareser bike, pirsgirêkan çêdike. Olmez, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi gotina “Li hemberî me li ser piya bisekinin, em amirên we ne” rêya diyalogê girtiye û anî ziman ku rêveberiya girtîgehê ti pirsgirêkên wan çareser nekiriye. 

Olmez got, rêveberiya girtîgehê bi girtiyan 30 deqîqe hevdîtinê dide kirin, nanê ku grama wan kêm e didin wan û ceyrana girtiyên ku nikarin heqê ceyranê bidin jî tê birîn. Olmez, anî ziman ku girtiyên ku cezayên wan xelas bûne, berdana wan bi awayekî keyfî tê astengkirin. Olmez, destnîşan kir ku li dijî binpêkirinên mafan û pêkanînên keyfî, wan çalakiya deng derxistinê li dar xistiye û bang kir da ku beşên civakê hemû têkildarî rewşa girtiyan bikevin nava tevgerê. 

Kekê Olmez Melîk Olmez diyar kir ku zextên zêde li girtiyan tên kirin, ji ber bêderfetiyan nikarin ji Şirnexê biçin Antalyayê û xwest binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin. 

MA/ANTALYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.