• KNK'ê girtina 5 çalakvan û rojnamevanên Başûrî şermezar kir û daxwaz li Dadgeha Temyîzê kir ku biryarê betal bike.

16'ê Sibatê li Hewlêrê 5 çalakvan û rojnamevanên Behdînanê Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Mamoste Şivan û Eyad Kerîm her yekê bi 5 sal ceza hatibûn cezakirin û hatibûn girtin.

Komîsyona Mafê Mirovan a KNK'ê li ser girtina 5 çalakvan û rojnamevanan got, ''Li gorî agahdarî û zanyariyên me ji çewaniya rêveçûna runiştina dadgehê da, bi giştî nadadperwerane û neyasayîyane bû. Sed ji sed siyasî û tekalî bû. Ji alîyekî ve ev cara pêşî ye ku di heyama 30 salên hukimraniya li başûrê Kurdistanê da tê dîtin ku dadwer heye û xelkê dadgayî diken!''

Komîsonê bi dewamî bal kişande ser zexta siyasî ya li ser dadgehê û got,’’Li hola dadgeha 2'yan a Hewlêrê tişta qewimî û xuya bû, rasterast viyan û biryareke siyasî ya partiyekê bû û çend rojên bihurî xelkê ew tohmetên han ji serokê hikumetê bihîstibû û her ew jî bûne biryara dawîyê.''

Biryarê betal bikin

Komîsyona Mafê Mirovan a KNK'ê bang li saziyan kir ev biryar were cezakirin û xwest ku rojnamevanên girtî werin berdan.

KNK'ê got, ''Dengê xwe didine dengê wan dilsoz, mafxwaz û rêxistiyên bizava mafê mirovan li Kurdistanê û vê biryara han şermezar dikin.
Daxwaz ji Dadgeha Temyîzê dikin ku zû vê biryarê betal bike û ew birêz jî bêne azadkirin.''

NAVENDA NÛÇEYAN