Girtina Kişanak derhiqûqî ye

În 23 Sibat 2024 - 00:30

MUJDAT CAN / MA / AMED

Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanak bi hincetên cihê nayê berdan. Têkilî mijarê parêzerê Kişanak Cîhan Aydin got, ev ‘’binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye’’

Ji ber ku dosyeya Kişanakê ya pê hatî berdan bi Doza Kobanê re hat girêdan, nayê berdan. Parêzerê wê Cîhan Aydin li dijî vê helwest nîşan da.Aydin got,bi çarçoveya "stratejiya desthilatê ya bi polîs, daraz û çapemeniyê tunekirina rikberên xwe" de ye û got ku bi vê "mafê bijartin û hilbijartinê" ya muwekîla wî tê binpêkirin.  

Gultan Kişanak a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê girtî ye, di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e. Kişanak a ku di 25'ê cotmeha 2016'an de dema ku Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê bû tevî bi hevşaredar Firat Anli hatibû binçavkirin, piştî 6 rojan ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "porpagandaya rêxistinê" hatibû girtin. Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayinî şûna her du hevşaredaran kiribû. 

14 sal ceza lê hatibû birîn 

5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê, di encama dozê de 14 sal cezayê girtîgehê li Kişanak birîbû. Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê jî ceza xera kiribû.  

Ji ber ku Kişanakê ji cezayê ji vê dosyeyê 7 sal temam kiribû, diviyabû bihata berdan. Lê piştî biryara xerakirina ceza ev dosyeya wê bi dosyeya Doza Kobanê re hatibû yekkirin û ji nû ve der barê wê de biryara girtinê hatibû dayîn.  

Piştî demekê di dosyeya ewil de der barê Kişanakê de biryara berdanê hatibû dayîn. Lê ji ber ku ev dosye bi ya Doza Kobanê re hat yekkirin, berdana wê ji aliyê dadgehê ve hatibû redkirin. Her wiha îtiraza li Dadgeha Destûra Bingehîn jî hê bi encam nebûye. 

Parêzerê Kişanakê Cîhan Aydin, anî ziman ku çendî dema girtinê ya muwekîla wê temam bûye jî nehatiye berdan. Aydin, ev weke "xerabet" bi nav kir û ji ber dosyeyeke din astengkirina berdana Kişanakê jî wekî "biryara rengê qanûnê lê hatiye barkirin" wesifand. Aydin da zanîn ku di sûcên polîtîk de dema girtinê 7 sal e û got ku ev dem ji bo muwekîla wî Kişanakê di 25'ê cotmeha 2023'yan de temam bûye û got ku muwekîla wî ji vê demê heya niha bi awayekî kêfî di girtîgehê de tê girtin. 

Têkiliya xwe bi hiqûqê re nîne 

Aydin astengkirina Kişanakê wekî "parastina îqbala desthilatê" nirxand û got: "Di vê biryarê de bi navê hiqûqê tu tişt jî tune ye." 

Girtina vîna civakê ye

Aydin, destnîşan kir ku desthilat hewl dide rikberên xwe yên siyasî bi polîs, daraz û çapemeniya ku wekî cinawiran afirandiye berteref bike û got ku desthilat ji bo qadê li ber xwe veke û muxalefetê bitepisîne aktorên siyasî yên kurd dixe girtîgehan. Aydin bilêv kir ku ev mesele tenê ne meseleya hepskirina kesekî/ê ye û got: "Ev, meseleya xespkirina vîna gelekî ye. Desthilat hemû amûran û hiqûqa pozîtîf daye aliyekî û ji bo tepisandina muxalefetê darazê bi awayekî bêserûber bi kar tîne." 

Aydin da zanîn ku giliyên wan ên têkildarî girtinê yên li Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSK) û îtirazên wan ên li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bi encam nebûne û got ku bi awayekî bêhiqûqî girtina namzeta Hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanakê di heman demê de binpêkirina "mafê bijartin û hilbijartinê" ye. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.