Girtin û qetilkirin berdewame

În 6 Sibat 2026 - 02:50

Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA têkildarî bîlançoya dawî ya girtin, binçavkirin û qetlên di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de raporek belav kir. HRANA ragihand ku ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, 6 hezar û 886 kes hatine qetilkirin û 50 hezar û 842 xwepêşander jî hatine binçavkirin, her wiha 11 hezar û 21 xwepêşander birîndar bûne. Hate diyarkirin ku di nav kesên hatîn qetilkirin de 6 hezar û 445 xwepêşander bûn, 164 jê zarok bûn, 214 kes endamên hêzên ser bi rejîma Îranê bûn, 109 xwendekarên zanîngehê bûn, her wiha 60 kes jî welatiyên ku beşdarî xwepêşandanan nebûyîn bûn. Li gorî HRANA ragihandî, 11 hezar û 46 kes ji bo dezgehên ewlekariyê yên ser bi rejîma Îranê ve hatine vexwendin, ji bilî vê 307 qeydên îtîrafa bizorê hatine belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.