Roja Înê (9`ê Tîrmehê) Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî li ser derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê di dergeha Bab El-Hewa re erê kir, ku ew dergeh di bin kontrola çeteyên Tehrîr Şam de ye (berê Cebhet El-Nusra ya di lîsteya terorê de). 

Beriya civîna Meclisa Ewlehiyê, Îrlanda û Norwêcê projeyek pêşkêş kirin û pêşniyar kirin ku mekanîzmeya gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê di dergeha Bab El-Hewa re (bakur rojavayê Sûriyê) heta salekê bê dirêjkirin û ew mekanîzma bê berfirehkirin ku di wê çarçoveyê de dergeha Til Koçer (Yerûbiyê) yê li ser sînorê Sûriye-Iraqê jî bê bikaranîn. Lê belê Îrlanda û Norwêc ketin bin bandora Rûsyayê û projeya der barê derbaskirina alîkariyan bo Sûriyê guherandin.

Piştî civîna Meclisa Ewlehiyê jî serokê Emerîkayê Joe Biden bi serokê Rûsya Vladmîr Pûtîn re axivî. Her du serokan pesna xebatê hevbeş ên tîmên xwe piştî civîna emerîkî-rûsî kir, ku di encama civînê de biryara derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya sînor ji Sûriyê re hate nûkirin. Nûnerê navneteweyî yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen biryara Meclisa Ewlehiyê ya dirêjkirina mekanîzmeya gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê bi rêya sînor, erênî nirxand. Çavdêr vê gavê wiha bi nav dikin: “Hevkariyeke navneteweyî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Têkildarî mijarê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid diyar kir ku durutî di pîvanên siyasî ji aliyê Emerîkayê ve hene û got: "Emerîka bi rêya vekirina dergehê Bab El-Hewa serî ji berjewendiyên Rûsyayê re tewand û li pey vê yekê jî lihevkirin û berjewendiyên kesayetî yên Emerîkayê hene."

ANHA/QAMIŞLO