• Di rapora Şûbeya Stenbolê ya ÎHD’ê de ku 20 girtîgehan vedihewîne, hate ragihandin 3 hezar û 118 caran maf hatine binpêkirin.

Di rapora Şûbeya Stenbolê ya ÎHD’ê de ku 20 girtîgehan vedihewîne, hate ragihandin 3 hezar û 118 caran maf hatine binpêkirin.

Komîsyona Girtîgehan a Şûbeya Stenbolê ya ÎHD’ê rapora Mijdar, Cotmeh û Kanûna 2021’an aşkere kir, ku di raporê de binpêkirina mafan a 20 girtîgehên hene. Ji xeynî Girtîhega Wan a Tîpa F girtîgehên din li bajarên Tirkiyeyê ne. Rapor ji hêla parêzer Jiyan Tosun û Ummûhan Kaya û Davût Arslan ve hate xwendin

Li gorî raporê di nav girtîgehan de serlêdanên têkilî binpêkirina mafan herî pir ji Girtîgehên Kampûsa Silîvrî û Tekîrdagê hatine. Herî zêde jî meha Mijdarê serlêdan bûne. Di raporê de tevahî 89 serlêdan hene û ji van 76 jê yên girtiyên siyasî ne. Li gorî van raporana gelek binpêkirina mafan hatine tespîtkirin.  Li gorî raporê Cotmehê ji nav 32 serlêdana 100, Mİjdarê ji nav 33 serlêdanan 268, Kanûnê ji nav 24 serlêdanan hatiye tespîtkirin ku 750 caran maf hatine binpêkirin. Bi giştî 2 hezar û 540 carî maf hatine binpêkirn. Li gel vê binpêkirina mafan ên bi rêya çapemeniyê jî di raporê de cih girt. Bi vê rêyê jî hatiye tespîtkirin ku 578 caran maf hatine binpêkirin. Li gel serlêdan û bi rêya çapemeniyê 3 hezra û 118 caran maf hatine binpêkirin. Di nav van binpêkirinan de 8 jê binpêkirna mafê jiyanê ye.

Li gorî raporê binpêkirin herî pir bi rengê êşkence, derblêdan, tehde, ferzkirina nasnameya ‘terorê’, cezayê lêpirsînê û sirgûnkirinê ne. Li gorî vê li van girtîgehan bi kêmanî 85 kes bi zorê hatine sirgûnkirin. Êşkence li 50 kesî hatiye kirin, cezayê şermezarkirinê li 126 kesan hatiye birîn an jî derheqê wan lêpirsîn hatiye destpêkirin. 

STENBOL

'Êşkence li me tê kirin’

Alî Saday ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 1’ê ya Kayseriyê de ye, ragihand ku êşkence li wan tê kirin. Alî Saday ev agahî bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihandiye. Ji malbatê Mûhammed Saday, qala axaftina bi telefonê ya di 24’ê Çileyê de kir û got “Ev nêzî mehekê ye, bi awayî sîstematîk êşkence tê kirin. Piştî hejmartinên sibeh û êvarê wan li erdê dikişînin, pehînan li wan didin û wan serserkî dadiliqînin. Ev êşkence bi fermana Midûrê Girtîgehê Alî Ç. tê kirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN