Girtî li ber zilmê rabûn
În 28 Cotmeh 2022 - 22:24
- Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê li hemberî zext û binpêkirinên mafên mirovan dest bi greva birçîbûnê kirine.
Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê li hemberî zext û binpêkirinên mafên mirovan dest bi greva birçîbûnê kirine.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfazê de (CISST) di 14’ê Cotmehê de çûbûn Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê. Saziyan rapora xwe ya serdanê weşandin.
Di raporê de hat diyar kirin ku bi girtiyên Nevzat Ozturk, Maruf Turkan, Erdal Tuncel û Hayatî Kaytan re hevdîtin pêk anîne û di raporê de binpêkirina mafan cih girt. Di raporê de hat diyarkirin ku li girtîgehê 170 girtiyên siyasî hene û 4 ji van girtiyan di hucreyên yekkesî de û yên din jî di hucreyên 3 kesî de ne. Di raporê de hate diyarkirin piştî ku midûrê girtîgehê guheriye, di hefteyê de du caran gardiyan digirin ser hucreyan.
Zilma wan
Di raporê de ev nêrînên girtiyan wiha hatin gotin: "Ev lêgerîn di çarçoveya talanê de tên kirin. Tiştan li erdê belav dikin. Malzemeyên wek mûçing, meqes, pênûs û tebeqê metal ên ku me ji kantînê kiriye desteser dikin. Carinan di nava hefteyekê de 4 caran lêgerînê dikin. Di lêgerînan de gefan dixwin û dibêjin ‘Ev rojên we yên xweş in’. Ligel ku li dijî isûlê ye jî di dema lêgerînan de me ji hucreyan derdixînin.”
Di raporê de hat gotin ku çalakiyên weke werzîş û atolyeyan 3 sal in bi awayekî keyfî hatine qedexekirin, wiha hat gotin: “Ev çalakî ji aliyê rêveberiyê ve bi hinceta pandemiyê tên astengkirin. Mafê girtiyan a sohbetê tê astengkirin. Bi hinceta ku demsala zivistanê ye saetên bêhnstendinê hatine kêmkirin û girtî nikarin têra xwe ji rojê sûd werbigirin. Bi taybetî yên ku cezayê muebetê li wan hatine birîn, di saeta wan a bêhnstendinê de tav tune.”
Di raporê de hat diyarkirin ku rojane kotaya 150 lître ava germ û 300 lître ava sar anîne odeyan û hat gotin ku rêveberiya girtîgehê bi hincetên curbecur dest danîne ser eşyayan, bi hinceta ‘dibe ku şewat çêbibe’ pirtûk jî tên desteserkirin. Di raporê de wiha hat gotin: “Girtiyan diyar kirin ku ev kota di çarçoveya 4 tîşort, 2 kazak 3 pêlav, şimikek û 2 pijamayan de ye. Girtiyan diyar kirine rewşa hewayê ya Bolûyê cihê ye û 2 kazak têra wan nake, di heman demê de him di serşokê de û him jî di jiyana rojane de heman şimikê dixin pê û ev jî dibe sedem ku bi pêyên şil bigerin.”
Di raporê de hat diyarkirin ku ji bo hucreyên 3 kesî mehane 200 TL heqê elektrîkê tê xwestin û xwarin, xwarin bê kalîte ne û fiyetên kantînê jî biha ye.
Greva birçîbûnê
Di raporê de hat ragihandin ku di girtîgehê de 50 girtiyên nexweş hene û 20 jê nexweşiyên wan gelekî giran e. Di raporê de hat diyarkirin ku girtiyan li dijî binpêkirinên mafan di 30’ê Îlonê de bi komên 5 kesî dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kirine. Di raporê de hat destnîşankirin ku girtiyan di 17'ê Cotmehê de jî çalakiyên weke 2 hefteyan mafê telefonê bi kar neanîne û li deriyan xistine. Di raporê de hate diyarkirin ji ber çalakiyan derbarê 136 girtiyan lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN