- Girtiyan dan zanîn ku heta tecrîda mitleq a li ser gel û gelan rabe, bi koman dest bi girêva birçîbûnê ya dorveger a pênc rojan dikin.
Girtiyên PAJK'î û PKK'yî salvegera damezirandina PKK'ê pîroz dikin û radigihînin ku ew ê 27'ê Mijdarê dest bi çalakiyan û girêva birçîbûnê bikin û peyam dan ku dem dema berxwedanê ye!
Girtiyên PKK'yî û PAJK'î bal kişandin ser pêngava KJK'ê ya, ''Li dijî qirkirina jinê dema jina azad û parastina civakê ye'', 25'ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Jinê bi bîr xistin û gotin têkoşîna azadiya jinê ku Rêber Apo paradîgmaya wê daniye, bi pêşengiya PKK'ê û PJAK'ê li Rojhilata Navîn û cîhanê dikare sîstema wê wer danîn, jiyana azad dikare were rêxistinkirin û hûnan. Girtiyan gotin, ''Em girtiyên PKK'yî û PAJK'î dibêjin, cîhaneke alternatîf pêkan e.''
Girtiyan di daxuyaniyê de dan zanîn ku 27'ê Mijdarê wê weke girtiyên PKK'yî û PAJK'î li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê dest bi rêze çalakiyan bikin û gotin: “Pergala êşkence û tecrîdê ku li Imraliyê li ser Rêbertiya me hatiye danîn, ya li ser gelê me û hemû civakê, çewisandiye tecrîd e. Ev berxwedana me li dijî îlhak û tecrîdê ku faşîzma AKP-MHP'ê li ser civakê ferz kiriye têkoşîna berxwedanê ye.”
Herweha girtiyan dan zanîn ku heta tecrîda mitleq a li ser gel û gelan rabe, bi koman dest bi girêva birçîbûnê ya dorveger a pênc rojan dikin.
Di dawiyê de jî girtiyan bang li gel û gelan, dezgehên demokratîk û raya giştî hemûyî kirin ku bi bihîstyarî tevlî vê pêvajoyê bibin û keda xwe lê zêde bikin.''
NAVENDA NÛÇEYAN