Ji Komîsyona Şopandina Grevên Birçîbûnê Mehmet Acettîn anî ziman ku girtî dixwazin tecrîd bê rakirin û got, "Bi biryar in ku heta ev daxwaza wan a rewa bi cih neyê anîn greva birçîbûnê bi dawî nekin." 

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, li dijî tecrîdkirina Rêber Apo û binpêkirinên mafan ên li zindanan ji 27'ê Mijdara 2020'î û vir ve 171 roj in di greva birçîbûnê de ne. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan şaxê Stenbolê ya ÎHD'ê ku pêvajoya grevên birçîbûnê dişopîne Mehmet Acettîn têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî û got: "Dewlet, dema ku grevên birçîbûnê ne demdirêj be û kes jiyana xwe ji dest nede bi giranî muxateb nabîne. Lewma bi esasî divê raya giştî xwedî li vê çalakiyê derkeve. Lê di vê mijarê de bêdengî heye." Acettîn destnîşan kir ku divê dawî li vê bêdengiyê bê anîn.

Acettîn da zanîn ku ew ê li Stenbolê koordînasyona şopandina greva birçîbûnê ragihînin. Piştre jî li dijî tecrîdê bi rengekî giştî dest bi kar bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN