Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî bi taybetî li Efrîn û gundewarên Idlibê di çaçroveya guhertina demografiyê de şûnwaran wêran dikin. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên dewleta Tirk, Girê Bîr ê dîrokî yê gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê ji 3 salan ve dikolin û di encamê de gir bi erdê re dûz kirin.

SOHR`ê diyar kir ku ji ber ku dagirkerên çete li tiştên dîrokî digerin, darên zeytûnê dibirrîn û erdê li dora Girê Bîr dûz kirine.
Di heman çarçoveyê de çeteyê bi navê Ebû Ezab El-Necar ku ji Firqeya El-Hemza ye li erdê Zurqa yê herêma Kriêzat li gundewarê Babê kon vedaye û dest bi kolana erdê kiriye.

Gerînendetiya Şûnwaran a kantona Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê qederê 130 gir û cihên dîrokî yên Efrînê wêran kirine.

Di nav de Eyn Dara, Girê Erendê, mezara Şêx Hemîd ê li gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera û gelek cihên din.

Dewleta Tirk a dagirker bi van sûcan dixwaze nasnameya deverê ya Kurdî tine bike.

ŞEHBA