• Li gorî texmînan ev devera ku lê 255 kevirên tîk danî hene, ji Girê Miradan ê li Xirabreşê jî kevintir be.

Yek ji cihên herî muhim ji bo xebatên arkeolojîk ên sala 2022´yan li gorî ehlê meselê wê bibe kolanên li Girê Keçel. Girê Keçel qederê 46 kîlometroyan dûrî navenda Rihayê ye û dikare bersivê bide gelek pirsên li ser dîroka bicihbûna mirovahiyê jî. Li gorî texmînan ev devera ku lê 255 kevirên tîk danî hene, ji Girê Miradan ê li Xirabreşê jî kevintir be. Bi her halê, qebûla giştî ew e ku yên mekanê cîvîn û îbadetê yên li Girê Keçel çêkirine û yên ku mekanê li Girê Miradan çêkirine, çandî xizmên hev in.

Yanî em behsa jiyana beriya bi 11 hezar salan dikin. Li gorî gelek pisporan, dibe ku îsal hin berhem û agahî bên peydakirin ku bersivê bidin van pirsên hanê: Kê ew ava kirine? Çende weke wê ava kirine? Gelo wan avahiyên din jî -weke xaniyan- ava kirine yan na? 

NAVENDA NÛÇEYAN