Giliyê dagirkerên Efrînê dike
Şemî 28 Çile 2023 - 01:02
- Dewleta Tirk a ku qirkirina Kurdan li Efrînê dewam dike, darên zeytpnan ên Hesen Mihemed ê ji Cindirêzê birrîn û li ser erdê û wî û pismamê wî xaniyên dagirkeriyê ava dike. Hesen Mihemed ji ber vê yekê wê giliyê dewleta Tirk li Neteweyên Yekbûyî bike.
Li Efrîna ku dewleta Tirk bi artêşa xwe û komên xwe yên çete dagir kiriye, siyaseta qirkirina etnîk a li dijî Kurdan dewam dike. Dewleta Tirk heta niha li seranserê gund û navçeyên Efrînê zêdetirî 22 komên avahiyan yanî deverên şen ava kirin. Malbatên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê û malbatên komên çete yên ji welatên cuda yên cîhanê, di wan avahiyan de bi cih kirine.
Filistînî li ser erdê wî bicîh bûne
Komeleya “Ecnadîn” a Filistînî di 4`ê Çile de li nêzî navçeya Cindirêsê, li ser erdê koçberekî ji Efrînê ku niha li Şehbayê bi cih bûye, avahiyeke nû ava kir. Hesen Mecîd Mihemedê ku avahî li ser erdê wî tê avakirin, ji gundê Şîtka yê navçeya Mabeta ye û beriya dagirkirina Efrînê li Cindirêsê dima.
Li ser erdê wan avahî çêkirine
Hesen Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk di 18`ê Adara 2018`an de ew ji Efrînê bi darê zorê koçber kirine, û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker 280 darên wî yên zeytûnê yên li ser erdê wî û erdê pismamê wî Emîn Mûrad Mihemed ê di navbera gundên Hemîlkê û Rifetiyê yên navçeya Cindirêsê de birrîne. Yanî darên li 4 hektar erd bi temamî hatine birrîn. Niha dagirker li nava wan erdan, avahiyekê ava dike.
Divê dewleta Tirk bê cezakirin
Hesen Mihemed ê ku xwediyê erd e, got, ew ê giliyê dewleta Tirk li Neteweyên Yekbûyî (NY) bike û bang li rêxistinên navneteweyî kir da ku têkildarî sûcên guhertina demografîk a dewleta Tirk li herêma Efrînê, dewleta Tirk ceza bikin.
ANHA/ŞEHBA