Gihişt ‘Dilê Sarajevo’

Nûçeyên Çand/Huner

În 20 Tebax 2021 - 23:55

Di Festîvala Filman a Navneteweyî ya Sarajevo de derhênerê Meksîkî, Michel Franco xelata serketî ya "Dilê Sarajevo" wergirt. Festîvala Filman a Sarajevo cara 27’an e ku li dar dikeve. Festîvalê 13’ê mehê dest pê kiribû û 20’ê mehê (doh) bi dawî bû.

Michel Franco par bi filma xwe “New Order” layiqî xelatê hatibû dîtin lê ji ber pandemiyê wî nikaribû xelata xwe bigire û tevlî festîvalê bibe. Filma “New Order” îsal di festîvalê de hat nîşandan.

Derhêner Franco par layiqê Xelata Dilê Sarajevo hatibû dîtin lê ji ber pandemiyê vîrusa koronayê xelata xwe negirtibû. Fîlmê wî "New Order" niha di festîvalê de hat nîşandayîn.

Îsal di 4 waran de 47 berhem ji bo xelatê bigirin ketin pêşbaziyê. Di beşa Pêşbaziya Filmên Metrajdirêj de 9 film, di beşa Kurtefilman de 10 film, di beşa Belgefilman de 16 belgefilm û di beşa Filmên Xwendekaran de jî 12 film hatin nîşandan.

SARAJEVO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.