• Li Geverê ji sedî 80’ê bajêr hê jî qedexe ye ji bo çûn û hatina xelkê. Mirov nikarin biçin gund û zozanên xwe jî. Hevserokê HDP’ê yê Geverê Abdulkerîm Akdogan dibêje: ‘’Hema bibêje Gever veguherandine girtîgeha vekirî.’’

ZERYA CAN
ANF/COLEMÊRG

 

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di navbera 13’ê Adar-31’ê Cotmeha 2016’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Di ser qedexeya 79 rojî de 5 sal derbas bûn. Di dema van qedexeyan de di ser 5 hezarî re xanî û kargeh hatibûn texrîbkirin û bi deh hezaran mirov koçber bûbûn. Ji sala 2017’an û vir ve di bin navê herêmên leşkerî û ewlehiyê de ji sedî 80’yê Gaverê hatibû qedexekirin. Dewleta Tirk piştî ku Gever xira kir, li aliyekî demografiya herêmê diguherîne û li aliyê din jî fihûşê dide kirin û tiryakê belav dike.

Hevserokê HDP’ê yê Geverê Abdulkerîm Akdogan behsa polîtîkayên taybet ên li ser navçeyê û zextên dewletê yên li ser civakê kir. 

Bi birçîbûnê dixwaze xelkê terbiye bike

Akdogan dibêje piştî ku Gever ji aliyê dewletê ve hate wêrankirin, ji sala 2016’an û vir de dixwaze gel bi birçîbûnê terbiye bike û wiha dipeyive: “Daxwaza gelê me tenê aramî, wekhevî û azadî ye. Em timî di nava gel de ne û gel timî tîne ziman ku çiqas zikê me têr jî be, ger ku hiqûq û azadî tine be li wê herêmê ti carî aramî jî çênabe. Ji xwe li herêmê li ser gelê Geverê polîtîkayên taybet têne meşandin. Dixwazin gel bi birçîbûnê terbiye bikin û civakê ji rastiya wan dûr bixe. Dewlet dixwaze bi vê polîtîkayê civakê bi xwe ve bide girêdan û hewceyî xwe bike. Bi vê ve girêdayî dixwazin demografiya navçeyê biguherînin.”  

Ji sedî 80’yê bajarê qedexe ye!

Akdogan îşaret dike ku bi qedexeyên li herêmê dest û lingên xelkê herêmê hatiye girêdan û wiha diaxive: “Ji sala 2017’an û vir ve di bin navê herêmên leşkerî û ewlehiyê de ji sedî 80’yê bajarê me hatibû qedexekirin. Deverên ku xanî û avahî lê tine ne hemû hatine qedexekirin. Mirov nikarin biçin warê xwe. Nikarin biçin gundên xwe û zozanên xwe. Hin herêm jî hene ancax bi destûrê dikarî biçî. Lê gava îkametgeha we ne ya wan deran be, hûn nikarin biçin. Îkametgah hebe jî hûn dikarin li gor kotayeke diyarkirî eşya bi xwe re bibin. Ev 4 sal in ev qedexe didomin û bi vê jî mirov nikare êzingan berhev bike, tu nikarî çandiniyê bikî, tu mecbûrî birçî bimînî, gava tu birçî bimînî tu yê li ber min serî bitewînî’ tê ferzkirin. Bi vê yekê ve girêdayî hema bibêje Gever veguherandine girtîgeha vekirî. Lê gel ti carê li dijî van polîtîkayan serî ne tewadiye.”

Korona jî ji bo dewletê bû hincet! 

Akdogan bi bîr dixe, tevdîrên koronayê jî ji bo dewleta Tirk bûye hincet da ku qedexeyên nû ragihîne û wiha pê de diçe: “Dema qedexekirina lidarxistina çalakî û xwepêşandanan bi hinceta pandemiyê tê dirêjkirin. Berî çend rojan ji bo Şehîd Denîz Poyraz me daxuyanî da û ji bo daxuyaniyê asteng bikin bi sedan hêz şandin cihê daxuyaniyê. Min li wir ji midûrê polîsan bi xwe re jî got, ‘Tişta niha hûn li vir dikin, ne qanûnî ye. Belgenameya ku ji hêla walî ve hatiye amadekirin gelo li ser Qanûna Bingehîn de ye’. Em ti carê vê qedexeya walî qebûl nakin û ti carê jî em li gorî daxwaza wan tevnagerin. Hikûmet ji bo ku desthilatdariya xwe li ser lingan bigre jinûve qanûnan derdixe û van qanûna jî li ser gel ferz dike.”

Berê xwe dane ciwanan!

Akdogan behsa polîtîkayên taybet ên li ser ciwanên Geverê jî dike û derheqa vê de dibêje: “Li Geverê di bin kontrola dewletê de madeyên hişberiyê li ciwanan belav dikin. Her wiha bi taybet êrişî jin ên ciwan dikin û li herêmê berê ciwanan didin fihûşê. Fihûşê li ser jinên ciwan didin ferzkirin. Bi taybet polîs û hêzê dewletê di vî alî de hatine wezîfedarkirin. Bi vê polîtîkayê dixwazin ciwanan ji rastiya wan bidin dûr kirin. Li gelek cihan jî em lê rast hatin ku polîs gefan li ciwanan dixwin û dibêjin, ‘bi siyasetê ve mijûl nebin wekî din hûn çi dikin bikin’. Divê ciwanên me xwe ji hemû polîtîkayên wiha biparêzin û rê nedin van polîtîkayên qirêj ku bajarê me serobin bike.”