- Godard jî bi filmên xwe li hemberî artêşa Hollywoodê radibû. Di deste wî de çek tine bû, lê kamerayên ji çekê xurttir hebûn. Filmên wî ji filman bêhtir weke “ramanên xurt” yên li ser hin mijaran bûn. Ji bo van ramanên xwe vebêje, wî tenê sînema weke amûrekê bi kar dianî û dixwest temaşevan bîra hin tiştan bibin.
ARDÎN DÎREN
Piştî emrekî dirêj û berhemdariyeke xurt ya di sînemayê de, derhênerê mezin Jean-Luc Godard li Swîsreyê bi riya otenaziyê biryar da ku dawî li jiyana xwe bîne. Serê ewil, hemû nûçeyan got, ew miriye lê rastî ne wiha bû, wî bi xwe dawî li jiyana xwe anîbû. Li gorî agahiyên hevsera wî Anne-Marie Mieville, “Ew ne nexweş bû, tenê xwe westandî hîs dikir. Ji ber vê yekê, biryareke wiha da. Ev biryar ya wî bi xwe bû.” Li gelek welatan mafê otenaziyê tine ye, lê li Swîsreyê mafê otenaziyê heye û dema kesek bixwaze dikare bi riya dermanekî ku meriv zêde naêşîne, ango bi riya derziyekê dawî li jiyana xwe bîne. Godard jî çûyineke bi vî rengî qebûl kir û vî mafê xwe bi kar anî. Ma piştî ewqas xebat, film, çalakî û serpêhatiyan kî naweste? Wî 91 sal emir kiribû. Axir çûyîna wî jî weke filmên wî bû û bi şêwazeke Godardkî ji vê dinyayê bar kir û kiras guhert.
Godard zarokekî neseqirî, netebte yê dinyaya sînemayê bû, her tim li pey vegotinên nû bû. Bi qasî ku neseqirî bû ewqasî jî şareza bû. Wî dixwest teknîk û hişê sînemayê bi pêş ve bibe. Wî tenê film çênekirin, di heman demê de di teoriya sînemayê de jî xurt bû. Jixwe, destpêka wî ya sînemayê jî bi nivîsandina li ser sînemayê bû. Wî tevî Andre Bazin, François Truffaut û gelek sînemagerên din di “Cahiers du cinéma” (Defterên sînemayê) de yên ku wê deme weke kovareke sînemayê dihat çapkirin, li ser sînemayê nivîsand û film nirxandin. Piştî demekê jî dest bi çêkirina filman kir. Yanî li Fransayê “Nouvelle-Vague (Pêla Nû)” hema wisa bi carekê derneket, despêkê bi saya “Cahiers du cinéma” nîqaşên xurt çêbûn û bi vî awayî di sînemayê de pêleke nû derket holê. Godard jî yek ji pêşengên vê pêlê bû û filma wî “À bout de souffle (Bêhnlêçikiyayî)” (1960) bêhn li temaşevan û sînemageran çikand! Ji lewre, ev filma wî bi her awayî tiştên nû ceribandibûn û asoyên sînemayê wêdetir biribûn.
Teknîk û şêwaza polîtîk ya filman
Ji ber ku Godard teorîsyenekî xurt bû, hêlên wî yên aktivîstiyê jî hebûn. Ji çalakiyên li kolanan hez dikir û sala 1968’an di gelek çalakiyên li kolanan de tim li pêş bû û li meydanan piştgiriya ciwanan jî dikir. Yanî ruhê şoreşgerî yê di sînemaya wî de tenê di filman de nedima, her wiha wî dixwest li dinyayê zilm ji holê rabe û çînên hatine avakirin, bipelişin! Jixwe, di sînemaya xwe de jî gelek caran doza vê yekê dikir û filmên xwe li ser vê nihêrînê ava dikirin. Di nîqaşa sînemaya polîtîk de jî pêşeng bû û gotineke wî ya navdar ya wiha jî heye, “Mesele ne ew e ku mirov filmên polîtîk çêke, ya giring ew e ku mirov bi şêwazekî polîtîk filman çêke.” Godard di sînemayê de ev yek pêk anî bû, yanî wî şêwazên polîtîk ên çêkirina filman ceribandibû û bi van şêwazên xwe dixwest bala temaşevanan bikşîne û wan hişyar bike ku ew li filmekî temaşe dike!
Tesîra estetîka Bertolt Brecht
Ev nihêrînên wî û şêwazên wî yên polîtîk jî îlhama xwe ji estetîka Bertolt Brecht digirtin. Bi riya teoriya Brecht a “Şanoya Epîk” wî ev şêwazên xwe bi pêş dixistin û xaya wî ji vê yeke ew bû ku temaşevanên çalak ango ne pasîf biafirîne. Tişta ku Brecht dixwest, di şanoyê de biceribîne wî di sînemayê de diceriband. Jixwe, dema mirov li filmên wî temaşe dike jî weke temaşevan mirov timî aciz dike, bi mijar û şêwazên girêdana filmên xwe. Helbet wî ev yek bi zanebûn dikir û jixwe armanca wî jî şiyarkirina ji xewê ya temaşevanan bû.
Hollywoodê xiyanet li sînemayê kir!
Li hêla din wî li hemberî şêwaza çêkirina filman a Hollywoodê jî şûrê xwe ji kalan kişandibû û ji bo wê digot, "Hollywoodê xiyanet li sînemayê kir!" Li gorî nihêrînên Godard, Hollywood bi filmên xwe hêza “otonom” a sînemayê ji holê rakir. Ji ber van sedeman wî Hollywood û hişmendiya wê sûcdar dikir û digot, "Hêza sînemayê ya hunerî û serpêhatiya sînemayê, ne ji klasîzmê ber bi modernîzmê ve ye. Sînema dema destpêkê xwe weke hunerekî saz kir jî weke hêzeke otonom derket holê." Lê Hollywood bi hişmendiya xwe ya ku xwe dispart estetîka klasîk a arîstotalesî, etîk û estetîka sînemayê bi awayekî din rave kir. Godard her tim li ber vê estetîkê rabû û di ser filmên Hollywoodê re ev hişmendî wiha rexne dikir: “Tişta ku sînema pûç kiriye, ev rêgezên klasîzmê bi xwe ne” û wiha dewam dikir: “Hollywood sînema bi paş ve bir. Di wê demê de şano, wêne û wêje jî dev ji pergal û estetîka Arîstotales a çîrokî berda bû, lê Hollywoodê bi zanebûn dev jê berneda û xwest li gorî pergala Arîstotales filman çêke. Ev nêzîkatiya Hollywoodê, li hemberî hunerê sînemayê û hêviyên civakê xiyaneteke mezin bû. Ev xiyanet celebek dij-şoreşî bû û bi vê dij-şoreşiyê sînema kete pêvajoyeke xeternak."
Hollywood ji Nopolyon û Sezar bi hêztir bû!
Meriv dikare bibêje, Godard bi filmên xwe hewl dida ku sînemayê ji vê rewşa xeternak xelas bike. Jixwe, gotina wî ya di vi warî de gelek bi mane ye, Godard digot, tişa Napolyon, Sezar û Skender bi artêşa xwe nikaribûn pêk bînin, Hollywodê bi filmên xwe yên klasîk pêk anî: "Hitchcock bi filmên xwe yên klasîk hizir, hiş û mêjiyê civakê dagir kir. Bi vî awayî Hollywood dinya xiste nav kefa destê xwe û girse bi xwe ve girêdan.”
Xulase, Godard jî bi filmên xwe li ber artêşa Hollywoodê radibû. Di destê wî de çek tine bû lê kamerayên ji çekê xurttir hebûn. Filmên wî ji filman bêhtir weke “ramanên xurt” yên li ser hin mijaran bûn. Ji bo van ramanên xwe vebêje wî sînema tenê weke amûrekê bi kar dianî û dixwest temaşevan bîra hin tiştan bibin. Lêgerîn û xwestekên wî yên di vî warî de heta mir jî her zindî man. Şoreş û guhertinên ku wî di sînemayê de pêk anîn, kir ku em wî weke şoreşger û gerîlayekî sînemayê tim bi bîr bînin. Ji ber ku her filmeke wî dişibe çalakiyeke serketî ya li hember pergala ku li ser însan koletiyê ferz dike! Belkî jî ji ber vê yekê ye, ji gelek filmên wî bêhna azadiyê difûre û karakterên wî weke wî netebitî ne!