- Haçim Hico beriya fermanê di artêşa Iraqê de leşker bûye û paşê li gel berxwedêr û gerîlayan Şengalê parastiye. Hico behsa berxwedan û bêbextiya wan rojan dike.
Yek ji şahidên fermana 2014’an û berxwedêrên Êzîdxanê Haçim Hico ye. Ew beriya fermana 3’yê Tebaxa 2014’an di artêşa Iraqê de leşker bû. Piştî fermanê ji artêşê veqetiya û tevlî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bû. Ew dibêje, dema çeteyan êrîşî Şengalê kirin, artêşa Iraqê û pêşmerge reviyan, lê gerîlayên azadiyê rêya berxwedanê vekir, baweriya berxwedanê da Êzîdiyan.
Haçim Hico ji bajaroka Xanesorê ya Şengalê ye. Di berxwedana dijî êrîşa ser bajaroka Xanesorê de bi destê pêşmergeyên PDK’ê birîndar bûye. Haçim Hico, bi minasebeta nêzîkbûna salvegera fermanê, ji Rojnewsê re peyivî. Haçim Hico beriya fermanê di artêşa Iraqê de, li devera Baac û derdora Şengalê erkdar bûye. Her wiha hêzên Pêşmergeyan jî li wir bûne û herêm di destê wan de bûye. Dema DAIŞ’ê di 10’ê Hezîrana 2014’an de êrîşê Musilê kir û dagir kir, Hico li sînor erkdar bûye. Haçim Hico dibêje, çer ku ketina Musilê hatiye bihîstin, artêşa Iraqê çek daniye û ji deverê reviyaye.
Ber hawara Şengalê ve çû
Piştî van bûyeran Hico jî tevî foca (yekine) xwe ber bi Geliyê Şilo yê Şengalê ve çûye. Heci wiha qala wan rojan dike: “Em ji sînor ber bi Deriyê Şilo ve hatin. Amîr Liwayê Şengalê, Hêzên Fermandariya Pêşmergeyan a Şengalê hemû hatibûn wê derê. Foca me li wir sekinandin, nedihiştin yek derbas bibe. Nedihiştin em derbasî gundan bibin. Ez û 2-3 hevalên xwe bi tirimpêla leşkerî ber bi gundê Wehda ve çûn, lê gule li me reşandin.’’
Yek ji tiştên herî ecêb ku Haçim Hico balê dikişîne ser ev e, Musil ketibû bin destê DAIŞ’ê û xeteriya li ser Şengalê zêde bûye, lê berpirsên pêşmergeyan hemû çekên wan kom kirine, cilên leşkerî ji wan girtine û ew şandine malê.
Destûr nedan gel biçe Şengalê
Hico li ser helwesta pêşmergeyan a wê demê wiha diaxive: “Baweriya milet bi wan hebû, ji milet re gotin ‘emê we biparêzin’. Pêşmergeyan nedihişt milet biçe Başûrê Kurdistanê. Milet dixwest biçe Çiyayê Şengalê, lê wan digot ‘na li malên xwe bin emê we biparêzin’. Mixtar û mezinên Êzîdiyan jî baweriya xwe bi van sozan anîn û destur nedan ku gel biçe cihekî din.”
Çete jî ber bi Şengalê ve diçûn
Li gorî Haçîm Hico dema ev geşedan çêdibûn, çeteyên DAIŞ’ ber bi Şengalê ve diçûn û 20 roj beriya fermanê xwe gihandibûn Telaferê, Şengalê dorpêç kiribû.
Heya guleya xwe ya dawiyê şer kirin
Hico dibêje, DAIŞ’ê dorpêça li ser Şengalê teng kiribû, ji Baacê heya Telafer, Zemar, Rabîa ketibû destê DAIŞ’ê. Pişt re êrîşa li ser Şengalê destpê kir. Şeva 2 û roja 3’ê Tebaxê, êrîşî gundê Sîba û Girzerik kirin. Pêşmerge vekişiyan, lê gel dest bi berxwedanê kir. Li gorî Hico, gel bi çekên sivik carekê êrîşa DAIŞ’ê şikand, lê cebilxaneya wan nema û li Girzerik heya guleya xwe ya dawiyê şer kirin.
Cesaret da xelkê
10’ê meha Hezîranê artêşa Iraqê, 3’ê meha Tebaxê jî pêşmergeyên PDK’ê dest ji Şengalê berdan. Lê gerîlayên HPG/YJA-STAR û şervanên YPG/YPJ’ê bi hawara Şengalê çûn. Hico, destwerdena gerîlayan û encamên wê bi van gotinan tîne ziman: “Alîkariya gerîlayên HPG, YJA-STAR, YPG-YPJ’ê çêbû. Rê ji Êzîdiyan re vekirin, şehîd dan. Hatina wan cesaret da xelkê. Beriya wê tirsek wisa hebû ku tu kes nikare DAIŞ’iyek bikuje, DAIŞ namire. Bi sedan însanan çek hebûn, lê ji ber vê tirsê nekarîn şer bikin. Bifikirin, yekî DAIŞ’î 70 kes esîr girtibûn, bawerî şikiyabû. Bi hatina gerîla re, cesaret çêbû, xortên Êzidiyan rabûn ser xwe.”
‘Ez jî tevlî YBŞ’ê bûm’
Bi hatine gerîla re, li Çiyayê Şengalê ciwanên Êzidî jî hêza parastinê ava dikir. Berxwedan û şerê destpêkê li çiya çêbû. Gelek kesan malbatên xwe dibin cihên bi ewle û vedigeriyan, tevlî refên berxwedanê dibûn. Hico jî bi bîr dixe ku YBŞ bi vî rengî ava bûye, ew jî tevlî bûye û wiha dipeyive: “Ez û hevalek xwe tevlî refên YBŞ’ê bûn. Ji bo hamleyê rizgarkirinê me jî xwe amade kir. Baweriya me çêbû, me malbatên xwe anîn Çiyayê Şengalê û em tevlî rizgarkirina gundan bûn, xeta bakûr ji Xanesor heya Herdanê hate rizgar kirin. Gel vegeriya vê xetê.
‘Pişt re PDK hat da ku rûyê xwe spî bike’
Şer mal bi mal, kolan bi kolan belav bû. Hevalan bi mehan di Şengalê de şer kirin, tax bi tax Şengal rizgar kir. Pişt re PDK hat da ku rûyê xwe spî bike, wekî ku wan Şengal rizgar kiribe tevgeriyan.” Hico piştre jî tevlî pêngava rizgarkirina başûrê Şengalê bûye û di rizgarikirina gundê Sikêniyê de cîh girtiye.
Nehiştin pêşmerge bikevin Xanesorê
Hico careke din bal dikişîne ser helwesta PDK’ê ya hingî jî û wiha xeber dide: “Pêşmergeyên PDK’ê ku di fermanê de pişta xwe dan Êzîdiyan û reviyan, piştî xeteriya DAIŞ’ê nema, xwestin vegerin Şengalê.
Sala 2017’an li xeta navbera Xanesor û Sinûnê, xelk vedigeriya, rêxistin çêdibû, hêza leşkerî çêbû, xizmetguzarî pêş ket. Pêşmergeyên ku ev yek dît, xwestin vê îradeyê teslîm bigirin. Hatin bi YBŞ’ê re şer bikin û 3’ê Adara 2017’an şer derket. Wê demê xeta başûrê Çiyayê Şengalê ji Sîba, Tilezir, Girzerik, Tilbenat heya Koço di destê DAIŞ’ê de bû. Pêşmerge bi DAIŞ’ê re şer nekir. Lê hatin li hêza Êzîdiyan bidin. Bi dehan şervan şehîd û birîndar bûn. Ez jî tevlî berxwedana Xanesorê bûm. Şerekî xiyanetê bû. Me bawer nedikir pêşmerge êrîş bikin. Ez li ser tirêmpêla doçkayê bûm û birîndar bûm. Di encamê de heval canê xwe kirin mertal û nehiştin pêşmerge bikevin Xanesorê.”
‘Mafên wan ên bingehîn qebûl nake’
Hico, li hemberî polîtîkayên dijî îradeya Şengal û hêza wê ya parastinê ev rexne li hikûmeta Iraqê digire: “YBŞ hêzeke li gor yasayên Iraqê hatiye avakirin, Şengal parastiye. Lê hêzên Iraqê û Pêşmerge çima di fermanê de şer nekirin, terka milet dan. Eger qanûn be bila li ser xwe bimeşînin ne li serê Êzîdiyan. Çima îradeya civaka Êzidî nas nake û mafên wan ên bingehîn qebûl nake.”
Hico herî dawî bang li hemû Êzidiyan kir ku yekîtiyê xwe çêbikin û Şengalê biparêzin.
NAVENDA NÛÇEYAN