Gerîla wê pêşengiyê bike

Pêncşem 17 Îlon 2020 - 23:00

  • NPGʼê got, gerîla û hêzên xweparastinê wê bi xurtî tevlî pêngava Konseya Rêveber a KCK'ê bibin û bi erka pêşengiyê rabin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ragihand, ku yekîneyên wan hemû wê ji bo têkbirina faşîzmê bi xurtî tevlî pêngavê bibin û serketin ji wan re xwest.
Fermandariyê têkildarî pêngava "Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" peyamek ji hêzên gerîla û xweparastinê re şand. Peyama Fermandariya Biryargeha NPG'ê wiha ye:

Rejîm gef û tehlûkeyeke mezin e

"Rejîma AKP-MHP-Ergenekon a faşîst-qirker-mêhtinger, bi êşkenceya psîkolojîk û tecrîdkirina Rêberê me ku li devereke din a dinyayê nehatiye dîtin, li dijî gelê me, tevgera me û hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê şerekî topyekûn dimeşîne. Lê belê li dijî vê yekê, di serî de berxwedana li zindanan bi taybetî berxwedana li Îmraliyê ya bi wêrekî, fedakarî û kedeke mezin tê meşandin, têkoşîna gelê me, hêzên me yên gerîla, yekîneyên me yên xweparastinê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê, dijmin bêencam hiştiye. Rejîma faşîst li gel vê yekê, hebûna xwe, dewamiya desthilatdariya xwe bi qirkirinê û tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ve girê daye, lewma êrişên xwe didomîne, bi pêkanînên hovane û faşîst hewl dide encamê werbigire. Rejîma faşîst a AKP-MHP-Ergenekon, ji bo karibe li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi ser bikeve, şer li parçeyên Kurdistanê hemûyî belav kiriye. Di heman demê de li ser paşeroja herêmê jî veguheriye metirsiyeke cidî. Kirin û pêkanînên vê rejîma faşîst li dijî gelan hemûyan bûye gefeke mezin, bi qirkirina gelê Kurdistanê dixwaze armanca xwe bi ser bixîne. Lewma têkoşîna ku li dijî vê hêzê tê meşandin, ji bo gelên herêmê hemûyan li dijî faşîzmê veguheriye têkoşîna demokrasî û azadiyê ya girîng.

Pêngav wê berxwedanê mezin bike

Di vê qonaxa dîrokî de ku têkoşîna li dijî faşîzm û siyaseta qirkirinê gihîştiyê, Konseya Rêveber a KCK'ê bi navê tevgera me deklarasyonek weşand û li dijî siyaseta qirkirinê û şerê topyekûn ê dijmin, ji 12'ê Îlonê û pê ve dest bi pêvajoyeke nû ya pêngavî kir. Ev pêvajoya pêngavî ku wê bi dirûşma 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' pêngaveke di asta dîrokî de hêja û girîng e. Bêguman ev pêngav, ji bo têkbirina sîstema tecrîdê ya li ser Rêber Apo û li dijî pêkanînên faşîst ên li Tirkiyeyê wê roleke girîng bilîze. Di serxistina berxwedana li dijî dagirkeriyê de wê gaveke girîng bide avêtin.

Gerîla wê erka xwe bi cih bîne

Ev pêngav di heman demê de tê wateya bicihanîna Şerê Gel ê Şoreşgerî ku stratejiya serxistina têkoşîna me ye. Lewma di vê serdema girîng a têkoşîna me de, li dijî êrişên topyekûn ên dijmin, wezîfeya hêzên me hemûyan e ku di vê pêvajoya pêngavî de bi rola pêşengiyê rabin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li dijî Cûntaya Leşkerî Faşîst a 12'ê Îlonê bi keda mezin a Rêber Apo û bi pêşengiya fermandarê mezin hevrê Egîd derketin ser dika dîrokê û berxwedaneke destanî nîşan dan, îro jî wê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ku dewama Cûntaya Faşîst a 12'ê Îlonê ye, di têkoşînê de berpirsyarî û wezîfeyên xwe bi cih bînin.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.