Gerîla vîna gel e

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 18 Çile 2022 - 22:03

  • Artêşa Tirk a dagirker piştî ku 14`ê Sibata 2021`ê li Garê bi bin ket, ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve êrişên dagirkirinê li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne.

Artêşa Tirk a dagirker piştî ku 14`ê Sibata 2021`ê li Garê bi bin ket, ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve êrişên dagirkirinê li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne.

Hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî van êrişên dagirkeriyê, piştgiriyê didin gerîlayên HPG`ê. Hunermend Mihemed Cûdî dibêje, Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji destpêkê ve li dijî dagirkerên parçeyên Kurdistanê hemûyan, têdikoşe da ku parastina gel bike, mafên wan vegerîne û Kurdistanê jî rizgar bike. 

Cûdî dibêje, bi saya berxwedana gerîla li her parçeyê Kurdistanê, destketiyên mezin hatine misogerkirin.

Mihemed Cûdî di dewamê de dibêje, "Gelê Kurd gerîla ye û gerîla jî gelê Kurd bi xwe ye. Gerîla vîn û hêza me ye. Ew parastina azadî û mirovahiyê dikin. Bila cîhan tevde bizane, heger hêzên mêtinger hemû jî li me bibin yek, em ê dev ji armancên xwe bernedin, ji ber ku em mafdar in û banga rizgarkirina Kurdistanê, çanda xwe dikin."

Azadiya Rojhilata Navîn e

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê, hunermend Ebdulqadir Ferhan jî tîne ziman ku gerîla hêza berxwedan û têkoşîna xwe ji gelê xwe werdigire: "Gerîla ji bo rêgezên neteweyî û doza xwe şer dikin; armancên têkoşîna wan xizmeta her çar parçeyên Kurdistanê dikin û mafên wan ên desteserkirî, vedigerînin."

Ebdulqadir Ferhan dibêje, Tevgera Rizgaririya Kurdistanê di oxira doza Kurd û mirovahiyê de, bi hezaran şehîd dan û bang li tevgerên siyasî û leşkerî kir da ku destekê bidin tevgera azadiyê. Ew dibêje, bi saya îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan ne tenê azadiya gelê Kurd, lê belê azadiya gelên Rojhilata Navîn jî misoger dibe.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.