Gerîla Şerzan Gabar şehîd bû

Pêncşem 4 Tîrmeh 2024 - 02:35

HPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir û got:"Hevrêyê me Şerzan ku li Kobanê dest bi têkoşîna azadiyê kir, li çiyayên Kurdistanê gihand asta herî bilind. Wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Di 9'ê Hezîrana 2024'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber qezayekê hevrêyê me Şerzan Gabar şehîd bû. Hevrêyê me Şerzan ji roja tevlî bû û heta kêliya şehadetê bi wêrekî, dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê û hevrêtiya xwe ya xurt bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Şerzan ji Kobanê dest bi têkoşîna azadiyê kir û têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê gihand asta herî bilind. Hevrêyê me Şerzan wê her tim di nava têkoşîna me de bê bîranîn. Li ser vê bingehê di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Şerzan bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be, em soza xwe nû dikin ku bîranîna şehîdên xwe li Kurdistana azad bi bîr bînin.

Hevrêyê me Şerzan li Kobanê li nava malbateke ji eşîra Şêxan jidayîk bû. Ji ber welatparêziya malbata wî û dilsoziya bi cewhera Kurdîtiyê re, hevrêyê me girêdayî çand û kevneşopiya xwe mezin bû. Bavê wî tevlî nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû, wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi cih anî û sala 2013'an şehîd bû. Vê yekê bandoreke mezin li hevrêyê me Şerzan kir. Di sala 2016'an de beşdarî nava hêzên azadiyê bû, tevlî nava çeperên berxwedanê bû. Beşdarî gelek pêngavan bû û ji bo gelên me ji çeteyên DAÎŞ'ê bêne rizgarkirin kedeke mezin da. Hevrêyê me Şerzan anî ziman ku xeyala wî ya herî mezin misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û jiyana li Kurdistaneke Azad e, ji bo vê jî zanîbû ku divê têkoşîneke mezin bimeşîne. Gihîşt wê encamê ku têkoşîna xwe tenê li çiyayên Kurdistanê li nava refên gerîla dikare mezin bike, li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me ku bi fedakarî kar kir, di her karî de bi kedkariya xwe li pêş bû. Hevrêyê me Şerzan 9'ê Hezîrana 2024'an ji ber qezayeke bêşensî şehîd bû. Bi kesayetiya xwe ya sade, xwezayî, durust û hevrêtiya xwe ya xurt wê her tim di dilê hevrêyên xwe û têkoşîna azadiyê de be."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Şerzan Gabar bi vî rengî ne:

Şerzan Gabar (Elaa Ûrfalî), li Kobanê jidayîk bûye, 9’ê Hezîrana 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.