Gerîla parêzvanê me ye
Şemî 6 Tîrmeh 2024 - 02:55
- Xelkê Şengalê li dijî dagirkeriya Tirk, zindîkirina DAIŞ’ê û xiyaneta PDK’ê meşeke girseyî lidarxist û ev peyam da: Hikûmeta Iraqê divê hîn nebûyî dereng pêşî li dagirkeriyê û bicîhkirina DAIŞ’ê bigire. Pêwîste neyê lîstokên PDK’ê û dewleta Tirk. Divê were zanîn gerîla parêzvanê me ye û em jî li gel berxwedana gerîlayên xwe ne.
Li dijî hewldanên PDK û dewleta Tirk a dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê, Kerkûk û Mûsilê Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ, ji Kolkaya Serdeştê heya Şehîdgeha Şehîd Dilgeş-Şehîd Berxwedan meşeke girseyî lidar xistin.Nûnerên hemû sazî û dezgehên Şengalê, ciwan, jin û rûspiyên civaka Êzidî di meşe de amadebûn. Piştî girseya gel gihîşt şehîdgehê li vir daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen ve hate xwendin. Riham Hesen destpêkê bal bire ser armanca dîrokî ya êrişên dagirkeriyê û got:“Dewleta Tirk a dagirker a bi xeyalên zindîkirina împaratoriya Osmaniyan li Kurdistanê, Iraq û Sûriyeyê tevdigere, dixwaze bi hevkariya PDK’ê û Iraqê Başûrê Kurdistanê dagirker bike. Yekane hêza li dijî dagirkeriya Tirk û faşîzma wê têdikoşe gerîlayên azadiyê ne. Ji bo bikare van xeyalên xwe pêk bîne, bi hemû cûre çekên qedexekirî êrişê gerîla dike û sûcên şer dike. Dewleta Tirk li beramber berxwedana gerîla têkçû û nekarî ji Bakurê Kurdistanê ve herêmên gerîla dorpêç bike.”
PDK ti carî ne li pişt gelê Kurd bû
Li ser beşdarbûna çalak a PDK’ê di planên dagirkirina Başûr de û anîna DAIŞ’iyan jî Rîham Hesen wiha got:“PDK di dîroka xwe de tu carî ne li gel bindestan, ne jî li gel, gelê Kurd sekiniye. Berovajiyê wê timî li pêş azadiya Kurdistanê û têkoşîna azadiyê ya gelan bûye asteng. Rûyê PDK’ê di nava gelê Kurd û civaka Êzidî de reşe. Her timî li pêş dagirkeran ketiye û wan aniye di nava axa xwe de bi cih kiriye. 3’ê Tebaxa 2014’an rê ji DAIŞ’ê re vekir, Şengalê dagir kir û bû sedema fermanê. Eger heya niha jî li Şengalê rêveberiya xweser a Êzidiyan rûberûyê êrişan tê sedem PDK ye. PDK her roja paştir xiyanet ji xiyaneteke din mezintir dike. Cihê wê timî li gel dagirkeran bûye. Herî dawî jî PDK ji bo artêşa Tirk Başûr dagir bike û Herêmên Parastinê yên Medyayê dorpêç bike, 22’ê Hezîranê rê ji artêşa Tirk re vekir. Ev tifaqên qirêj yên li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê çêdike, ne di xizmeta gelê Başûr û ne jî di xizmeta gelên Iraqê de ye. Piştî anîna cerdevan, çeteyên Roj, niha jî PDK çeteyên DAIŞ’ê tîne herêma Behdînanê. Ev hevkariya PDK’ê ya bi DAIŞ’ê re weke dijminahiya li mirovahiyê û bi taybet jî civaka Êzidî dibînin. Hemû gelên Iraqê zirarên mezin ji DAIŞ’ê û dewleta Tirk dîtine. Em weke pêkhateyeke Iraqê ya di fermanê re derbasbûye, bang li Iraqê dikin hîn zêdetir dereng nebûye pêşî li vê metirsiya mezin bigire, pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk û zindîbûna DAIŞ’ê bigire.” Rîham Hesen li ser bicîhkirina DAIŞ’ê pirsek arasteyê serokwezîrê Iraqê Sûdanî jî kir û got:“Em dipirsin gelo hikûmeta federal a Sûdanî ji bo bicîhkirina DAIŞ’ê û leşkerên dagirker li ser axa xwe bêdeng bûna xwe bidomîne? Eger pêşî li dagirkeriya Tirk neyê girtin, wê ne dîrok, ne gelên Iraqê û ne jî axa Iraqê desthilata Iraqê efû neke û wê dawî li desthilata hikûmeta niha ya li ser kar jî bîne.”
Em ê li rex gerîlayên xwe bin
Rîham Hesen piştgiriya xelkê Şengalê ya ji bo berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê jî ragihand û got:“Em dibêjin Gerîla parêzvanên Kurdistanê û Êzidxanê ne. Wan em ji fermanê parastin û niha jî xwe ji me re kirine mertal. Em weke civaka Êzidî heya dawî li gel berxwedana wan a birûmet disekinin. Ew parêzvanên me ne, em ê jî li gel berxwedana wan a dîrokî rawestin û çalakiyên wan yên dijî dagirkeriyê silav dikin.’’
Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li civaka Êzidî jî kir û got:“Em li ser navê Rêveberiya Xweser ya Şengalê bang li civaka xwe ya Êzidî û xelkê me yên Şengalê jî dikin, bi hemû hêza xwe li dijî hewldanên dagirkirina Başûr ku Mûsil û Şengalê jî digire nava xwe, bisekinin. Ev merhela dîrokî a têkoşînê tenê bi berxwedaneke pir alî ya gel û gerîla dikare serbikeve.” Daxuyanî bi dirûşmên wekî, ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Bijî berxwedana gerîlayên azadiyê’, ‘Bimre xiyanet û hevkariya bi DAIŞ’ê re’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.
ROJNEWS/ŞENGAL