Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Dîlan Olgûn a di 28'ê Tebaxê de, li navçeya Qaxizman a Qersê di şer de şehîd bû, piştî 100 rojan radestî malbatê hat kirin. Malbatê çawa bihîst ku keça wan şehîd bûye, ji bo cenaze bigire numûna xwînê dabû. Lê piştî hemû hewldanan, malbatê doh cenazeyê keça xwe Olgûn girt. Malbatê doh bi şev cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan a Qersê girtin û nîvê şevê anî li Goristana Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê veşart.
Bi hinceta pandemiyê, destûr hat dayîn ku tenê ferdên malbatê tevlî merasîma cenaze bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN