Li seranserê Elmanyayê dawiya hefteyê çalakiyên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk hebûn. Ji van ên li bajarên Frankfurt, Hannover, Hamburg û Kielê derketin pêş.

Li Frankfurtê, bi organîzekirina DGB û FCDK-Kawa êrişên ku dewleta Tirk a dagirker dibe ser Rojava û Başûr hatin rûreşkirin. Meşaprotestoyî ber bi Kaisersackê ve bû. Di meşê de wêneyên 3 kadroyên pêşêng ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hatin hildan û êrişên dagirkeran hatin protestokirin.

Di mîtînga piştî meşê de qisekeran got, êrişên dewleta Tirk a dagirker bi taktîkên gerîlayan hatine pûçkirin.

Li Hannoverê bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên Kurd êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî  Başûrê Kurdistanê hatin rûreşkirin. Çalakî bi slogana ‘Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Zap e, her der Avaşîn e’ hate kirin. Di çalakiyê de Ciwan Çewlik li ser navê Meclîsa Ciwanan a Hannoverê got “Herî zêde Elmanya piştgiriyê dide dewleta Tirk. Em bang li Elmanyayê dikin, bila nebe şirîkê vê dagirkeriyê û vê helwêsta xwe bi dawî bike. Divê Elmanya çekan nefiroşe Tirkiyeyê û siyasetvanên Kurd ên li Elmanyayê di hepsan de jî berde. Em Kurdên li Elmanyayê em ê her dem xwedî li Rêbertî û gerîlayan derkevin. Em ê têkoşîna xwe roj bi roj geştir bikin.”

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê, li Kielê jî hatin şermezarkirin. Ji Navenda Civaka Demokratîk a Kielê Şîrîn Farqîn beriya destpêkirina meşê got, "Li dijî polîtîkayên dagirkerî û têkbirinê, meşa azadiyê ya gelê Kurd dewam dike."

Di meşê de li dijî tecrîd û êrişên dagirkeriyê pankart û dovîz hatin hildan.

Li Hambûrgê biryara DYE ya li ser 3 kadroyên ên tevgera azadiya Kurdistanê hate protestokirin. Li Meydana Dammtorê ya nêzî konsolosxaneyên DYE û Tirkiyeyê çalakî hate kirin. Gelek Kurd û Elmanên înternasyolîst tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê NCDK’a Hambûrgê Dîcle Firat got, “Dewletên ku Kurdistan dagir kirine, terorîstên rastîn in." Di çalakiyê de êrişên Îsraîlê yîn li dijî sivîlan jî hatin şermezarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN