HPG’ê nasnameya gerîlayekî ku li Metîna şehîd bû eşkere kir.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de wiha tê gotin;
’’Di daxuyaniya 24’ê Tîrmehê de me ragihandibû ku, pêwendiya me bi hevrêyekê me re nemaye. Eşkere bû ku hevrêyê me Berxwedan Farqîn 19’ê Tîrmeha 2023’an li qada Girê Ortê yê Metîna şehîd bûye. Hevrêyê me Beerxwedan ku milîtanekî wêrek ê partiya me bû, hîn di destpêkê de li herêma Metîna li hemberî êrişên dagirkeriyê, di nava çeperên berxwedanê de cihê xwe girt. Li gelek qadên Metîna li hemberî dagirkeran çalakî pêkanîn, bi tevlîbûna xwe, li her cihekî lê bû, pêşengî kir. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Berxwedan, em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. Em weke hevrêyên wî, pêkanîna xeyalên hevrêyê me Berxwedan a Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad, erka xwe dibînin.
Hevrêyê me Berxwedan li navçeya Farqînê ya Amedê, di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2015’an de tevlî nava refên gerîla bû. Bi tempoya xwe ya xebatê, fedakarî û lêhûrbûna xwe ya li ser şer, pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Dema ku êrişên dijmin destpêkirin, bi wêrekî û biryardariyeke mezin, bi ser dijmin de meşiya. Hevrêyê me Berxwedan, li herêma Metîna tevlî gelek çalakiyan bû, bi her çalakiyeke xwe, bi her gulleyeke ku avêt, hewl da tola şehîdan hilîne û bibe layiqê wan. Hevrê Berxwedan di şexsê fermandarê nemir hevrê Çiyager Hêvî de şervanê xeyalên hemû şehîdên me bû, xeyala xwe ya herî mezin, pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber APO bû. Heta nefesa xwe ya dawî jî dilsozê vê xeyal û armanca xwe bû.’’
Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayê şehîd de wiha ne;
Berxwedan Farqîn (Serdar Meçîn), li Amedê jidayîk bûye, 19’ê Tîrmeha 2023’an li Metîna şehîd bû.
BEHDÎNAN