HPG'ê Azad Çewlîk (Îrfan Kiliç) bi bîr anî ku li Zindana Kandirayê di sala 2019’an de hate qetilkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Fedaiyek bû ku di ber têkoşîna azadiyê ya gelê me de xwe feda kir."

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de têkildarî gerîlayê li Zindana Kandirayê şehîd bû ev agahî hatin dayin:"Hevrêyê me Azad Çewlîk 3'ê Tîrmeha 2019'an de li Zindana Kandira ya Kocaeliyê ku di destê dewleta Tirk de dîlgirtî bû, şehîd bû. Hewl hate dayin ku bê lêkolîn û eşkerekirin bê hevrêyê me Azad çawa şehîd bûye. Li gorî encamên gihîştin me; hevrêyê me Azad dema ku di destê dewleta Tirk de dîlgirtî bû, bi êşkenceya hovane ya dijmin hate qetilkirin. Lêkolîna otopsiyê û kesên ku cenazeyê wî dîtin, ev yek piştrast kirin. Qetilkirina hevrêyekî me bi vî rengî ku di destê dewleta Tirk de dîlgirtî bû, hem li dijî hiqûqa dewleta Tirk e, hem li dijî qanûnên navneteweyî ye, ku dewleta Tirk mohra xwe daniye binî, hem li dijî hiqûqa şer e û hem jî li dijî exlaqê mirovahiyê ye. Li hucreyeke yek kesî qetilkirina şervanekî azadiyê ku bêçek û bêparastin bû, di heman demê de namerdiyeke mezin e.

Hevrêyê me Azad ku milîtanekî fedaî yê Apoyî bû, di pêvajoya têkoşîna çalak de, her wiha li zindanê berxwedêrek bû ku serî netewand. Hevrêyê me Azad di her şert û mercî de tawîz ji sekna xwe ya milîtaniyê neda û dilsozê xeta berxwedanê ya partiya me PKK'ê bû. Di serî de malbata wî ya hêja bila serê xelkê Çewlîkê û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Di şexsê hevrêyê xwe Azad de em soz didin ku tola şehîdên xwe hemûyan hilînin, xwîna wan li erdê nehêlin.

Hevrêyê me Azad li navçeya Solhan a Çewlîkê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Sala 2015'an hem ji bo bersivê bide komployê, hem jî bersivê bide dagirkeran, di 15'ê Sibatê de, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Azad ji bo hin karên krîtîk derbasî metropolên Tirkiyeyê bû. Dema ku bi erka xwe radibû, bi rengekî bêşensî dîl kete destê dijmin. 3'ê Tîrmeha 2019'an li Zindana Kandirayê dijmin careke din êrîşî hevrêyê me Azad kir û bi êşkenceyeke hovane qetil kir. Hevrêyê me Azad di nava şert û mercên herî giran de jî ji xeta fedaîtiyê tawız neda û bi sekneke hêjayî kevneşopiya me ya têkoşînê li ber xwe da, şehîd bû."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Azad Çewlîk bi vî rengî ne:

Azad Çewlig (Îrfan Kiliç), li Çewligê jidayîk bûye, 3’ê Tîrmeha 2019’an li Zindana Kandirayê şehîd bû.

BEHDÎNAN