• Gerîlayên HPG û YJA Starê 5’ê Kanûnê li herêma Zapê li leşkerên Tirk ên dagirker xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û kamelyayek hatin îmhakirin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê 5’ê Kanûnê li herêma Zapê li leşkerên Tirk ên dagirker xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û kamelyayek hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de; 5’ê Kanûnê saet di 14:20’î de li devera Cîloyê Piçûk a herêma Zapê, hêzên me ji 2 baskan ve bi rengekî koordîneyî li dagirkeran xist. Baskê destpêkê yê çalakiyê li çeperekî dagirkeran xist.

Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li kamelyaya dagirkeran xist.

Di encama vê çalakiya serketî ya tîmên me yên gerîla yên profesyonel de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û kamelyayeke dagirkeran hatin îmhakirin.

3 û 5’ê Kanûnê li herêma Metînayê, artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û qereqolên li ser sînor bi obusan bombe li qada Girê Hekarî barand.

Di navbera 3 û 7’ê Kanûnê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê deverên Girê Cûdî, Girê FM, Gundê Fileha, Sîda, Çemço û Rênçbiraxa bi balafirên şer û bi obusan li qereqolên li ser sînor, bombe kirin. 

3 û 5’ê Kanûnê jî li herêma Garê gundên Kanîsarkê, Gûzê û gundê Çemrobotkî yê ser bi Çemankê tevî devera Kafya bi balafirên şer hatin bombekirin.

Êvara 5’ê Kanûnê jî gundê Şiyê yê ser bi herêma Dînartê bi balafirên şer hate bombekirin.”

BEHDÎNAN