EHMED EL ESAF / ANHA /REQA
Piştî 2 salên hişkesaliyê, ji destpêka zivistanê ve xêr û bêr û barana xweş, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyda bû. Wê yekê bêndera genim, ceh û bi giştî çandiniyê bi ser xist. Rêveberiya Xweser jî bihayekî baş a genim diyar kir. Di encamê de rihetiyek li gel cotkaran çêkir.
Li gorî texmînên Desteya Çandiniyê û Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, genimê îsal baş e û tê texmînkirin ku Rêveberiya Xweser a ku hîna genim li navendên wergirtinê pêşwazî dike, nêzî milyonek ton genim wergire.
Xêr û bêra îsal gelekî baş e
Cotkar Yasir El Ebdullah ê ji başûrê Reqayê got, “Ev mewsim ji tevan re mewsimeke bi xêr û bêr e. Berhema îsal bejî û avî baş bû.”
Yek ji paleyan, Hisên El Casim jî got. "Genimê îsal baş bû û derfeteke xebatê bi awayekî baş peyda kir. Destheqên em digirin baş in. Karê me wê heta meheke din di mewsima genim de hebe. Ev xêr ji bo tevan e."
Xwediyê pez Ehmed El Xalid jî got, “Îsal sala xêrê û xebatê ye. Bihayê êm, bi hevrûkirina salên bihurî re hinekî kêm û guncav bû.”
Em ji derve nakirin
Hevserokê Komîteya Aboriyê ya Redayê, Reşad Kirdo got, "Me 2 salên beriya vê, genim û ard ji derve dianî, ev tiştekî nerênî ye. Lê îsal pêdiviya me bi kirrîna ji derve tine ye."
Li gorî aborînasan, diyarkirina genim bi dolar wê hinekî îstîqrarê ji cotkar û bazirganan re peyda bike da ku her du alî zirarê nebînin.