• Serokê Tevgera Sedr, Muqteda El-Sedr ragihand ku ew êdî ji îro û pê ve wî dev ji proseya siyasî berdaye û saziyên Tevgera Sedr jî hemû tên girtin.

Serokê Tevgera Sedr, Muqteda El-Sedr ragihand ku ew êdî ji îro û pê ve wî dev ji proseya siyasî berdaye û saziyên Tevgera Sedr jî hemû tên girtin.

Muqteda El Sedr, li ser hesabê xwe yê twîterê ev peyam weşand. Sedr di peyama xwe de bi fermî ragihand ku ew êdî dev ji pêvajoya siyasî berdide.

Sedr di dewama peyama xwe de got; “Ez bi temamî dev ji proseya siyasî ya Iraqê berdidim û hemû saziyên Tevgera Sedr jî têne girtin.”

Sedir dibêje; “Tevî ku ez dev ji proseya siyasî jî berdidim, lê ez ê li Necefê her tim bimînim.”

NAVENDA NÛÇEYAN