Revandina 3 endamên PYD´ê û Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Hewlêrê, bûye sedem ku hevdîtinên aliyên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê werin rawestandin. Endama Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê, Nurşan Hisên jî li ser mijarê got, “Dibe ku endamên me radestî dewleta Tirk hatibin kirin. PDK ji jiyana wan berpirs e.”
Di 10’ê Hezîrana 2021’ê de nûnerê pêwendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD´ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê, gava ku diçûn pêşwazîkirina mêvanên xwe, li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatibûn girtin.
Tevî ku di ser binçavkirinê re 28 roj derbas bûn jî, hîna bi aqûbeta her sê nûnerên Rêevebriya Xweser û PYD´ê nayê zanîn.
Derbarê mijarê de Endama Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê, Nurşan Hisên axivî.
Lêpirsîna giran li dijî dîplomatan!
Nurşan Hisên bi bîr xist ku hêzên PDK´ê beriya 27 rojan (îro 28 roj çêbûn) endamekî wan tevî du nûnerên PYD’ê li Hewlêrê revandine û heta niha ti agahiyek li ser rewşa wan, wan nekariye bi dest bixin: “Heta niha destûr nedane ku malbatên wan jî wan bibînin. Heta niha jî nayê zanîn li kuderê tên ragirtin. Tenê zanyariyek li ber destê me heye ku her sê siyasetvan û dîplomatên Rojava di jêr lêpirsîneke giran de ne. Bêy sûc hatine revandin û ev jî helwêsteke siyasî ye ku li dijî Rêveberiya Xweser û PYD’ê hatiye kirin.”
Nurşan Hisên diyarkir her sê kes bi awayekî fermî li Herêma Kurdistanê wek dîplomat û siyasetvan bi aliyên peywendîdar ên Herêmê hatine nasandin û di wê çarçoveyê de xebatên xwe dimeşandin.
Fikara radestkirina dewleta Tirk
Di dewamê de Nurşan Hisên fikarên xwe yên elaqedarî jiyana her sê siyasetvanan îfade kir: “Bersivnedana PDK’ê ya li ser aqûbeta her sê kesan, gumanan zêde dike. PDK ji jiyana wan berpirs e, ji ber ku tê gotin, dibe ew her sê kes piştî hatine revandin, radestî dewleta Tirk hatibin kirin. Ev yek jî metirsiyek ciddî ye.”
Nurşan Hisên got armanceke din a revandina siyasetvanên wan heye: “Yek ji armancên din ên revandina van kesan ew e ku diyalogên Kurdî-Kurdî yên li Rojava xera bikin ku di navbera ENKS’ê û PYNK’ê dest pê kiribûn. Niha jî ji ber vê kiryara PDK’ê ev danûstandin li Rojava rawestiyane. Ev jî bi pîlana Tirkiye û bi destê PDK’ê tê kirin.”
Nurşan Hisên di dawiyê de bang li xelkê kir beramberî rewşê bêdeng nebin: “Em daxwaz ji tevayî aliyên Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî revandina van siyasetvanan helwêsta xwe nîşandin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ