Gelo Lucio dibe dengbêj?

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Çile 2021 - 02:59

  • Lucio Visinoni ji bo muzîkê li dinyayê digere. Piştî ku li Izmîrê haya wî ji dengbêjiyê çêdibe, berê xwe dide Kurdistanê. Ew pêşî hînî stranan dibe, lê dibêje, “Stranên ku ez piştî van hîn bibim, kilamên dengbêjiyê ne.”  

Lucio Visinoni xwe hînî stranên Kurdî kiriye û li kolanan wan dibêje. Ji bo stranên kurdî ew dibêje, “Ez gelekî ji stranên Kurdî û dengbêjan hez dikim. Dema ku guh didim dengbêjan, wan di dilê xwe de hîs dikim.” 

Lucio Visinoni ji Îtalyayê ye. Ew ji bo muzîkê li gelek welatên dinyayê digere. Rojekê li Îzmîrê rastî ciwanekî Kurd ê dengbêj tê û guh dide kilamên dengbêjiyê. Lucio Visinoni li ser vê, ji bo çand û hunerê Kurdan ji nêz ve nas bike, berê xwe dide Kurdistanê. Ew pêşî diçe Mêrdînê û li vir li stran û kilamên Kurdî guhdarî dike û hewl dide kilamên Kurdî hîn bibe. 

Ji Amedê hez dike

Lucio Visinoni, ev demek e ku li Kurdistanê ye û li bin bircên Amedê û berê xwe daye Baxçeyên Hewselê û di nava berfê de rûniştiye û helbesta Feqiyê Teyran ‘Ay Dîlberê’ bi awayê Aram Tîgran dibêje. Ew dibêje, ew aşiqê dengê Aram Tîgran e. 

Lucio Visinoni ji Bakurê Îtalyayê ye, ji devereke di navbera Îtalya û Swîsreyê de. Ew heta niha li Mêrdîn, Amed û Ruhayê geriyaye. Ew dibêje, “Ez ji Amedê gelekî hez dikim.” Lê dixwaze biçe bajarên din ên Kurdistanê jî “Wanê, Agirî, çiyayê Agiriyê û Qersê.”

Li Amedê li kolanan dibêje

Lucio Visinoni, dibêje, ew beriya çend hefeteyan li Mêrdînê hînî stranên Kurdî bûye: “Van stran û kilaman, ez li ser cadeyan li kolanan li ber înstrumanan dibêjim. Li Amedê li ser Pira Dehderî û li bin Bircên Amedê stranan dibêjim. Stranên Kurdî pirr xweş in. Kesên dibînin, dibêjin ‘Wey Îtalyanek stranên Kurdî dibêje’. Gelek mirov li min guhdarî dikin. Lê li vir, stranên Kurdî ji bo min cuda ne, ez ji nava dilê xwe hîs dikim.”

Min ber bi cihekî din ve dibin

Lucio Visinoni hez ji stranên mutesewifiyê, yên manewî dike: “Ez bi rastî jî ji stranên manewî hez dikim. Wek sofî mentras. Her wiha stranên Kurdî jî. Her çendî ez bi maneya wê nizanim jî, ji ‘Ey dîlberê’ hez dikim. Ez ji Ciwan Haco, Aram Tîgran hez dikim. Dema ez li stranên Kurdî guhdarî dikim, dixwazim zêdetir stranên Kurdî hîn bibim. Stranên Kurdî xwe berdidin nava dilê min û min ber bi cihekî din ve dibin. Ahmet Kaya jî pirr hêja ye û ji stranên wî hez dikim. Ez dizanim wî bi Tirkî gotiye, lê ew bi xwe Kurd bû. Min di Medya TV de lê guhdarî kir û min got, wey lo. Dengê wî, muzîka wî pirr xweş bûn.”

Piştî stranan dor hat dengbêjiyê

Lucio Visinoni niha dixwaze hînî kilamên dengbêjiyê bibe: “Li Izmîrê hevalekî min ê Kurd ji min re hinekî behsa dengbêjiyê kiribû. Binêre min li ser lênûska xwe têbînî li ser dengbêjiyê nivîsîne. Stranên ku ez piştî van hîn bibim, kilamên dengbêjiyê ne. Min tenê hinekî lê guhdarî kiriye. Cara ewil li Mêrdînê li mala hevalan ez hîn bûm. Bi pêşniyaza hevalan ez hînî  ‘Ey Dilberê’ û ‘Welatê Xurbetê’ bûm, piştre yên din. Ez tenê bi şeş heft stranên wisa niha dizanim.”

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.