• Sekreterê Hizba Sosyalîst a Kurdistanê Mihemedî Hacî Mehmûd ragihand ku dibe ku lihevkirina li ser wezîfeya serokkomariya Iraqê ya di navbera YNK’ê û PDK’ê de têk çûbe.

Sekreterê Hizba Sosyalîst a Kurdistanê Mihemedî Hacî Mehmûd ragihand ku dibe ku lihevkirina li ser wezîfeya serokkomariya Iraqê ya di navbera YNK’ê û PDK’ê de têk çûbe. Wek sedem jî got; “Ji ber ku beriya niha li ser serokkomartiya Iraqê lihevkiribûn, lê dema dawî de her dû aliyan jî namzetên xwe nîşan dan.”

Sekreterê Hizba Sosyalîsta Kurdistanê Mihemedî, Hacî Mehmûd li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Mihemedî got, hemû parçebûn, çi li Bexda çi jî li Herêma Kurdistanê be, bandoreke nerênî li ser rewşa Herêma Kurdistanê dike. Mihemedî got, pêwîstî bi yekîtiya navmala Kurdan heye.

Li gorî Mihemedî, hemû parçebûn ziyanê didin welatiyan, statûya herêmê û hizban jî. Mihemedî diyar kir ku ji wezîfeyan girîngtir, pêwîstiya wan bi qezenckirina Kurdan û netewiyetê heye.

Mihemedî Hacî Mehmûd derbarê hilbijartina serokkomarê Iraqê de jî got; “Di dema bihurî ya parlamena Iraqê de, YNK’ê jî PDK’ê jî, ji bo serokkomariya Iraqê namzetên xwe hebûn. Ji ber vê, dibe ku lihevkirina di navbera PDK’ê û YNK’ê de têk çûbe. Ji ber ku li gorî lihevkirina her du aliyan, divê serokkomariya Iraqê ji bo YNK’ê be, serokatiya Herêmê jî ji bo PDK’ê be.”

Herî dawî Mihemedî destnîşan kir ku heta niha jî Kurd ne hevbeşê Iraqê ne, ji ber ku heger hevbeş bana, diviya di biryarên ji bo welat de, ew jî amade bin.

SILÊMANÎ