Gelo Kurdo wê weke Haftbefehl xurt bibe

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 4 Adar 2023 - 05:03

Kurdo yan jî bi navê tam Celal Omer Abdilqadir, ji wan rapvanên “Gangsterrapper” e ku xasma jî Kurd di nava wan de pirr in. Ew weke Haftbefehl navdar nebe jî, têra xwe tê nasîn. Wî jî karî bikeve bazara muzîka rapê. Niha jî dest bi turneyeke li Elmanyayê dike. Rapvanê 34 salî gava 9 salî bû, bi malbata xwe re weke penaber çûye Elmanyayê. Îro tenê li ser Instagramê milyonek kes wî dişopînin. Ew ê 8´ê Adarê li bajarê Elmanyayê Kamenê be. Strana dawî wî belav kirî jî “Miserabel” (Sefîl) e.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.