Dorgirtina li herêmên gerîla bi destê pêşmergeyên PDK´ê zêde neçû serî, ji ber ku raya giştî ya Kurd, tevî hunermend û rewşêenbîrên xwe ev qebûl nekir. Lê bûyereke li Sîdekanê qewimî, bivênevê kir ku mirov ji xwe bipirse, gelo PDK dekûdolabên nû digerîne da ku hêzên PKK´ê bixe nav şerê çekdarî. Axir bi aqlê selîm ê gerîlayan ev jî hat pûçkirin.

Dawiya hefteya bihurî, komeke ser bi partiya Komele ya parçebûyî ya ji Rojhilatê Kurdistanê, li Sîdekanê (ser bi Hewlêrê) kampek ji bo perwerdeya leşkerî danî. Ji bo vê jî ne koordînasyona bi hêzên gerîla re û ne jî agahdarkirina pêwîst nedît. Gerîlayan ew hişyar kirin, lê wan guh neda vê hişyarkirinê. Şemiya bihurî ji ber wê yekê herdu aliyan gule berdan hewayê.

Çima Komeleya heta niha ne li deverê ji bo perwerdeya leşkerî çû deverê, çima partiyeke ji mêj e, leşkerî ne çalak e, bi carekê çalak bû, ji wan pirsan in ku mirov ji xwe bike.

Li gorî  yekî ji berpirsên komê, Abdullah Azarbar - ji çapemeniya PDK´ê re peyiviye - wan dest bi koordînasyona hêzên ewlehiyê yên herêmî yanî PDK´ê re kiriye.

Bersiva mirov bide pirsa, "Dewra PDK´ê beriya wê çi bû?" wê bersiva pirsên din ên li jor jî zelal bike.

HEWLÊR