Gelo îstîxbarata Elman ew dan girtin?
Pêncşem 5 Gulan 2022 - 22:30
- Li Şengalê 20ê Nîsana bihurî, rojnamevana Elman Marlen Forster û rojnamevanê Sloven Matej Kavčič hatibûn girtin.
Li Şengalê 20ê Nîsana bihurî, rojnamevana Elman Marlen Forster û rojnamevanê Sloven Matej Kavčič hatibûn girtin. Leşkerên Iraqê ew bi hevkariya PKKê tohmetbar kirin û 22'yê Nîsanê birin navenda îstîxbaratê ya li Bexdayê. Parlamentera federal Gökay Akbulut bi pêşniyazpirsekê li aqûbeta wan pirsê li cem hikûmeta federal a Elman. Lê bersiva hikûmetê ti agahiya nû neda. Ji ber wî jî Gokay Akbulutê ev pirsa hanê ji hikûmetê kir: “Gelo di xistina wan a nezaretê de rola îstîxbarata Elman hebû? Gelo ji ber vê yekê hikûmeta Elman newêre ti agahiyê bide”.
Herdu rojnamevanên li Bexdayê ragirtê, ji bo nûçeyan li ser Şengalê çêkin,çûbûn wir û hema piştî pîrozbahiyên Çarşema Sor leşkerên Iraqê ew girtibûn. Agahî derbarê rewşa rojnamevanan de nayên girtin.
Wezareta Karên Derve ya Elman, 4'ê Gulanê bersiv da pêşniyazpirsa Gokay Akbulutê û ji bilî tiştên di çapemeniyê de hatine gotin, ti tişta nû negot.
Wezaretê got, sefareta Elmanyayê ya li Bexdayê 28'ê Nîsanê çûye û Marlene Forster dîtiye, pê re peyiviye. Wekî din wezaretê da zanîn ku Elmanyayê li gorî mewzûata Yekîtiya Ewrûpayê, xwe daye ber karûbarên konsolosiyê yên rojnamevanê Sloven Matej Kavčič jî û ew ê hewl bidin ku biçin serdana wî jî li Bexdayê. Wezaretê îdîa kir ku ji bo parastina mafê wan, ew ê zêde behsa îdîayên li dijî wan neke.
Parlamentera Partiya Çep, Gokay Akbulutê jî li ser vê bersivê got, pirsên wan kêm nebûne û ev pirsa nû ji wezaretê kir: “Gelo di xistina wan a nezaretê de rola îstîxbarata Elman hebû? Gelo ji ber vê yekê hikûmeta Elman newêre ti agahiyê bide”. Wê got, ew ê hewl bide xwe bigihîne bêhtir agahiyan bi rêya parlamena federal û li hal û rewşa herdu rojnamevanan her bipirse.
NAVENDA NÛÇEYAN