Gelo Hoşyar Zêbarî wê biçe dadgehê

Sêşem 17 Gulan 2022 - 22:42

  • Dadgeha Lêkolînê ya Kerix, ji ber heqareta li Dadgeha Bilind a Federal li ser giliyê Nûnerê Yasayî yê Dadgeha Federal, bang li Endamê Polîtburoya PDK’ê Hoşyar Zêbarî kir.

Dadgeha Lêkolînê ya Kerix, ji ber heqareta li Dadgeha Bilind a Federal li ser giliyê Nûnerê Yasayî yê Dadgeha Federal, bang li Endamê Polîtburoya PDK’ê Hoşyar Zêbarî kir.

Dadgeha Lêkolînê ya Kerix, di 16’ê Gulanê de biryara vexwendina Endamê Polîtburoya PDK’ê Hoşyar Zêbarî da. Nûnerê Yasayî yê Dadgeha Federal a Iraqê ji ber heqareta li Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê giliyê Zêbarî kirîbû.

Piştî ku Hoşyar Zêbarî ji namzetiya Serokkomariya Iraqê hate dûrxistin, çend caran Dadgeha Federal a Iraqê rexne kir û îdîakiribû ku Dadgeha Federal a Iraqê bêalî nîne.

Di sala 2016’an de Parlamena Iraqê, Hoşyar Zêbarî yê ku wê demê Wezîrê Darayî yê Iraqê bû, bi tohmeta gendeliya li malê giştî ji kar dûr xist. Ev bû sedem ku ji namzetiya serokkomariya Iraqê jî were dûrxistin.

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.