Gelo hikûmet wê bê avakirin?

Pêncşem 18 Tebax 2022 - 21:27

  • Siyasetvanê serbixwe yê Iraqî Saad El-Mûtalibî got, civîna pêr a aliyên siyasî de “peyameke netewî ji bo Tevgera Sedr hatiye dayîn.”

Siyasetvanê serbixwe yê Iraqî Saad El-Mûtalibî got, civîna pêr a aliyên siyasî de “peyameke netewî ji bo Tevgera Sedr hatiye dayîn.” Çavdêrê siyasî Nabil El-Elî jî civîna bi serokatiya Mistefa El-Kazimî ya bi beşdariya tevahiya nûnerên siyasî yên Kurd, Sûnî û Şîî ji bilî Sedr, weke gaveke erênî dinirxîne.

Siyasetvanê serbixwe, Saad El-Mutalibî li ser civîna çarşemê ya bi serokatiya serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî, bi amadebûna Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê parlemenê Mihemed Helbûsî got, civîn ji bo Tevgera Sedr peyamek bûye: “Civîna aliyên siyasî ya doh [pêr], ji Tevgera Sedr re peyameke eşkere şand û diyar kir ji bo avakirina hikûmetê lihevkirineke neteweyî çêbûye.”

El-Mutalibî da zanîn ku wê rêze civînên bi heman mebestê çêbin. Li gorî wî, Mistefa El-Kazimî nêzî wî ye û weke nûnerê wî yê neyekser di civînê de amade bûye.

Li xêra dijberên Sedr e 

Çavdêrê siyasî yê Iraqî Nabil El-Elî li ser beşdarnebûna Sedr got, “Heger tevlî civînê bûba, wê giraniya wî ya li ser alîgirên Tevgera Sedr lawaz bûba. Lê dibe ku ji bo civînê destûr dabe.”

Çavdêrê siyasî Nabil El-Elî dibêje, “Dibe çarçoveya hemahengî hinek tawîz dabim aliyên din yên siyasî, lê civîn di berjewendiya reqîbên Sedr de bû. Dibe ku encamên wê zêde bi dilê Sedr nebin. Çarçoveya Hemahengî bi rêya civînê, ji bo çareseriya pirsgirêkê karî rêya qanûnî û destûrî zal bike. Bi vî awayî, ew ê bikare hikûmeta dixwaze, pêk bîne. Ji bo reqîbên xwe hinek tawîzên sergirtî dan, lê encam li gorî daxwazên wan bû.”

Civînê ji bo çareseriyê banga diyalogê li Sedr kir û xwest alîgirên xwe ji çalakiya li parlamenê vekişîne û tevlî diyaloga siyasî bibe.

Her wiha di civînê de hate gotin, ji bo hilbijartin bibe, divê parlamen kom bibe û di qanûna hilbijartinê de guhertinê bike. Ji bo vê jî divê Sedr dawî li xwepêşandan û çalakiyan bîne.

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.