MURAT MANG
LUNEBURG
Li bajarê Elmanyayê Celleyê, 7ʼê Nîsana 2020ʼan Arkan Heseyin Xelef ê 15 salî gava ji xwe re bi bisiklêtê êvarkî digeriya, Daniel S. yê 29 salî bi kêrê ew qetil kir. Rûniştina vê dozê sêşema bihurî li Dadgeha Eyaletê ya Luneburgê dest pê kir. Di dozê de wê 7 rûniştin çêbin û 11ʼê Mijdarê jî wê rûniştina biryarê hebe.
Ji ber pandemiya koronayê, di rûniştinan de weke temaşeker kêm mirov dikarin hazir bin. Di rûniştina yekê de ji bilî malbata Xelef, parêzerên malbatê Fuat Yatli, Nejdal Dîşlî, Murat Kilinç û siyasetvana Êzîdî Behîye Uca, bişîjkê pispor, bijîşkê tiba edlî, polêsê ku pêşî îfadeya tohmetbar girtî, şahidên qetilkirina Arkanî, tohmetbar Daniel S. û parêzerê wî amade bûn.
Komeleya Hiqûqzanên Êzîdî (VEJ) ya Niedersachsenê beriya niha eşkere kiribû ku ew bi 43 parêzeran li cem malbata Xelef in.
Serokê heyeta mehkemê ya ji sê dadgeran, sûcên dixin stûyê tohmetbar xwendin. Dozger sûcê kuştina mirovekî dixe stûyê tohmetbar, lê bêyî ku qest û plankirin tê de hebe.
Daniel S. di îfadeya xwe ya ji mehkemê re got, roja qetilkirina Arkanî, ew wê rojê serxweş bûye, madeyên hişbir bi kar anîne. Wî îdîa kir ku hişê wî ne li serê wî bûye, û wî timî deng bihîstine. Di dewamê de wî got, "Heta êvarê min dît ez li Garê bûm. Ez tirsiyam ku kurik li min bixe." Lê, herçî tohmetbar bû, rehet, bêxem û siheta wî baş xuya kir.
Tohmetbar li şûna bersivê bide pirsên parêzer Fuat Yatli, Nejdal Dîşlî, Murat Kilinç û got, "ez nizanim"‚ wekî din jî got, "Niha ez derman dibim. Êdî alkolê venaxwim. ez baş im."
Bi qest kuşt
Di rapora otopsiyê de jî hat gotin, Arkan bi derba kêrê ya li ser dilê xwe hatiye qetilkirin. Piştre jî du şahidan û polêsê îfadeya pêşî ya tohmetbar girtî, îfade dan.
Siyasetvana Êzîdî ya ku ji nêz ve dozê dişopîne û di rûniştina dozê de jî ji cem dayika Arkan Huseyin Xelef xwe neda alî, Behiya Uca ji me re got, "Tohmetbar, hişê wî li serî û bi sihet xuya bû. Hîç nedişibiha mubtelayekî madeyên hişbir. Lê dixwazin wî weke kesekî teredîn, psîkolojiya wî xirabe nîşan bidin û wî bê ceza bihêlin. Li dadgehê ji dozê re ‘kuştinʼ hatiye gotin. Lê em dibêjin, wî bi qest mirov kuştiye. Yekser derba kêrê li dilê Arkan hatiye xistin. Ev bi qest kuştin e."
Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 14ʼê Cotmehê kir ji bo ku rapora psîkyatriyê ya Daniel S. bê xwendin û îfadeya şahidên din bê girtin.